

Nivîsên Ji aliyê Rengîn Şero ve hatine parve kirin
<p style="text-align: justify;"><br style="font-family: 'Source Sans Pro', sans-serif;" /> <span style="font-family: 'Source Sans Pro', sans-serif;">Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye. Hinek caran jî diçe Rojavayê Kurdistanê.</span><br style="font-family: 'Source Sans Pro', sans-serif;" /> <span style="font-family: 'Source Sans Pro', sans-serif;">Sala 2013 li Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo cara yekem dest bi karê rojnamevanî kir. Xula perwerde û rahênana rojnamevanî û nûçegihaniyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dîtiye.</span></p>
Rengîn li ser aliyên mirovî yên jiyana penaberiyê û pirsgirêkên penaberên Rojavayê Kurdistanê li kamp û bajarên Başûrê Kurdistanê kar dike. Rewşenbîriya wê alîkar e ku tevlîbûnên wê yên zindî di bultenan de balkêş bin.
Sala 2013an, Rengîn Şero şepêla penaberên Rojavayê Kurdistanê û hatina wan bo Başûrê Kurdistanê rûmal kir û sala 2018an jî hatina penaberên navçeya Efrînê rûmal kir.
Di Tebaxa 2013an de, raporek li ser nexweşketina bikom a zarokên penaber ên Rojavayê Kurdistanê ji ber germê amade kir. Piştî weşandina VTiya wê, Rêveberiya Tendirustî ya Hewlêrê demildest tîmeke pizîşkî ji bo dermankirina zarokan şand û kongreyeke rojnamevanî li ser hewldanên wan ji bo çareserkirina zarokan li dar xist. Rêxistinên xêrxwazî jî alîkariya wan kirin.
Di 2014-20147an de, Rengîn beşdarî rûmalkirina şerê DAIŞê li Başûrê Kurdistanê bû. Herwiha beşdarî rûmalkirina şerê DAIŞê li Kobanê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bû.
Di rûmala koçberbûna xelkê Mûsilê di operasyona kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Iraqî de, Rengîn Şero VTiyek li ser şabûna dayikekê bi kurê xwe amade kir ku wê dayikê berê wiha bawer dikir kurê wê hatiye kuştin. Şero dîmenê şabûna dê û kur bi awayekî zindî veguhast. Vî karê wê di ajansên Iraqî û cîhanî de deng veda û bêtirî milyon kesî di portala Rûdawê de li wan dîmenan temaşe kirin. Herwiha çend raporên balkêş li ser zewac û jiyana civakî û karê koçber û penaberên li kampan amade kirine.
Gelek fîçer û VT li ser cihên navdar û şûnwarên Rojavayê Kurdistanê amade kirine û temaşevanên wan pir bûn. Herwiha di Tebaxa 2019an de, raporên tijî zanyarî li ser Navçeya Aram li Rojavayê Kurdistanê amade kirin.
Rengîn Şero sala 1986an li gundê Dugirkê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 2010an beşê derûnzaniyê yê koleja perwerdeyê qedand.
Zewiciye û diya du keçan e.














