Qamişlo (Rûdaw) – Rêkeftina Rêveberiya Xweser û Kompanyaya Delta Crescent Energy a Amerîkî hinek karvedan li dûv xwe anîn. Beşek ji pisporan vê yekê weke derfeteke baş bo Rojavayê Kurdistanê dibîne. Lê Hikûmeta Sûriyê nerazî ye û wê rêkeftinê red dike û dibêje, Amerîka karekî ne yasayî dike.
Ev çend roj in, petrola Rojavayê Kurdistanê û Dêrazorê bûye rojev.
Rêveberiya Xweser ligel Kompanyaya Delta Crescent Energy a di warê petrolê ya Amerîkayê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.
Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re eşkere kir ku girêbest ji aliyê Hevserokê Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Ebid el Mihbaş ve hatiye îmzekirin.
Li gor heman çavkaniyê, girêbest ji bo 25 salan e û egera dirêjkirina wê jî heye. Li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.
Tê pêşbînîkirin ku ev yek bandoreke erênî li aboriya navçeyê bike û vejîneke berçav li dûv xwe bîne.
Derbarê mijarê de Mamosteye Beşa Aborî li Zankoya Rojava Mihemed Hefîd dibêje: “Ev der dê bibe bingeha ji dubara avakirina Sûriyê û ev ragihandinek ku dever parastî ye ji sizayên Qeyser”
Dîsa li gor jêder û çavkaniyên nêzîkî HSDê xerciya danîna herdu rafîner an parzûngehên petrolê 150 milyon dolar e ku dê rojane zêdeyî 10 hezar bermîlên petrolê berhem bîne. Ji bilî bandora aborî, gelek hêma û nîşanên siyasî jî yên vê girêbestê hene.
Şîrovekarê siyasî Nayif Cibêro jî dibêje: “Ev gavek gelek girîng e û cara ewil e Amerîka bi rengike cidî nêzîkî Kurdan dibe û tê wateya danpêdana siyasî bi HSDê. Xwezî ev rêkeftin bi Rêveberiyê re ba wê demê bandora wê zêdetir ba. Nêzîkîbûna aliyên Kurdî bûye sedema îmzekirina vê rêkeftinê.”
Pêngava Amerîka bi derbaskirina kompanyeke xwe ji bo deverê diyar dike ku Washington rijd e li ser dûrxistina HSD ji Moskow û Şamê. Herwiha dixwaze wê rêyê berdewam bike ku petrol, çandinî û jêderên avê li derveyî kontrola Rûsya,Îran û hikûmeta Sûriyê bimînin da ku bikaribe civînê xwe yên Cinêvê li dar bixe û herî kêm bikaribe biryara 2254an cîbicî bike.
Ji aliyê din ve Wezreta Derve ya Sûriyê derbarê rêkevtinê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatiye gotin, “Sûriyê bi tundtirîn şêwe rêkeftina di navbera HSD û kompanyayeke Amerîkî de red dike. Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”



