Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê roj li pey rojê hejmara tûşbûyên Coronayê zêde dibe û Berdevka Tendirustiya Qamişlo jî daxwaza pabendbûna bi rênimayan ji xelkê dike.
Cemîl Hesen rojane 8 demjimêran kolanên bajarê Qamişlo tevan li hev dide heta herî zêde 1500 lîreyên Sûrî ku nake 80 sent dolar bi dest bixe.
Cemîl Hesenê 69 salî heta jê tê dûrî qerebalixiyê karê xwe bi rêve dibe da ku bêgav nebe nîvê roja xwe bide maskekê.
Kedkar Cemîl Hesen dibêje, “Ez rojane bi 1500 caran bi 1000 kar dikim, ez didim bi xwarin tiştekî din ji me nayê.”
Rêveberiya Xweser Qedexeya çûnûhatinê 8 rojên din dirêj dike, di demekê de ku hejmara pêketiyên Koronayê gihiştiye 253 kesan û piraniya wan xelkê Herêma Cizîrê ne, 15 kes jî bi vîrusê mirine û dixuye tevî qedexeyê jî her ku here rewş hîn xirabtir bibe.
Rojîn Ehmed, Berdevka Rêveberiya Tendirustiya Kantona Qamişlo dibêje, “Rewş ber bi zivistanê ve diçe lewma wê halet zêdetir bibin, em dî demek din ji qedexeyê dirêj bikin. Lê ev yek zêde nadome, divê xelk pabend be.”
Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser tenê roja Çarşemê, 34 tûşbûyên nû yên Coronayê li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin ku 21 ji wan zilam û 13 kes jî jin in.



