Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê niha piştî rewşa xirab a aborî, belavbûna vîrusa koronayê jî bandore li ser derûnî xelkê kiriye. Pizîşkekî derûnî dibêje, di nava xelkê de gelekî nexweşiyên nefsî derketine, ew jî dibe sedema lawazbûna bergîriya laşê mirov. Ji xeynî vê yekê jî, piştî çend salên şer, heya niha derfetên pizîşkî li Rojava lawaz in.
Mihemed Elî 49 salî ye û her roj gelek hizir û fikaran dike û xewa şevan lê wî dibe hesret li astekî ku korona mîna derdekî sivik û rihet dibîne.
Firoşyar Mihemed Elî Osman dibêje: “Ez baş narazim, her tim avê, elektirîkê û rewşa aborî ya paşeroja zarokên xwe difikirim ku du di demekê de vîrusa koronayê jî bi ser de hat.”
Mihemed Elî nimûneyek ji xelkên Rojavayê Kurdistanê ye ku rewşa piraniya xelkê nêzîk û ne dûrî ya wî ye. Fişarên derûnî û aborî û rewşa jiyanê bandoreke xirab li bergiriya laşê mirov dike. Dibe ku ev yek jî bibe sedema ku derî li ser pêşiya zêdebûn û belavbûna koronayê veke.
Derbarê mijarê de pijîşkê derûnî Macid Fehîm jî dibêje: “Fişara derûnî karê demaran sist dike ev jî dibe sedema kêmbûna bergiriya laş mirov bihêtir rastî nexweşiyê tê.”
Herwiha şiyan û derfetên warê pizîşkî yên qels û lawaz piştî şerê bi salan dikarin rewşê hêj kambaxtir bikin û bibin sedema derketina bêtar û karesateke cidî û rasteqîne.
Berdevka Komîtiya Tendirustî ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehemd jî got: “Rêveberiya Xweser karînên wê lawaz in. Li Kantona Qamishlo me cih amade kiriye, lê 15 amûrên henesdana deskir kêm in. Eger milet ne alîkar bin em dê rastî karesatekê bên û em dê nekarin rê li ber bigirin.”
Niha ya ku herî zêde dikare rê li ber vîrusa koronayê û nexweşiya COVID-19ê ku jê peyda dibe bigire, pabendiya bi rênima û tedbîrên tendirustî ye û xweparastina ji vê vîrusa herî biçûk û nedîtî ye ku cîhan hemû xistiye tirs û dilgiraniyê, lê pabendiyeke ku nebe sedema bêkarbûn û birçîbûna xelkê.



