کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

HSD: DAIŞ û çekdar hewl didin fitneyan çê bikin

Rengîn Şero

Rengîn Şero

11-08-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye. Hinek caran jî diçe Rojavayê Kurdistanê.
Sala 2013 li Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo cara yekem dest bi karê rojnamevanî kir. Xula perwerde û rahênana rojnamevanî û nûçegihaniyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dîtiye.

Rengîn Şero
Rengîn Şero11-08-2020

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye. Hinek caran jî diçe Rojavayê Kurdistanê.
Sala 2013 li Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo cara yekem dest bi karê rojnamevanî kir. Xula perwerde û rahênana rojnamevanî û nûçegihaniyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dîtiye.

Nûçeyên Têkildar

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike
Kurdistan23-11-2026

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike

Çavkaniyên Tirkiyeyê: Li Xakurkê 14 cihên PKKyê hatin valakirin
Kurdistan23-11-2026

Çavkaniyên Tirkiyeyê: Li Xakurkê 14 cihên PKKyê hatin valakirin

Li Hewlêrê ji bo rêlibergirtina lehiyê gaveke nû
Kurdistan23-11-2026

Li Hewlêrê ji bo rêlibergirtina lehiyê gaveke nû

Dêrezor (Rûdaw) - Di 2 hefteyên dawîn de, gelek bûyer li gundewarên Dêrezorê çê bûn û hejmarek serok eşîrên deverê hatine kuştin. Hefteya bihorî, kuştina şêxekî hoza Ikêdat li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê bûbû sedema derketina alozî û tundûtûjiyê.

Li gorî Encûmena Serbazî ya Dêrezorê şiyanên DAIŞê, hêzên hikûmeta Sûriyê û milîsên Îranê berpirsên wan bûyran in û bi gotina fermandarekî Encûmena Dêrezorê, ku tedbîrên tûnd têne standin da ku rê li pêş şiyanên DAIŞê were girtin.

Bajarê Şihêl li yê rojhilatê Dêrazorê ku ji mêj ve ji ber weke cihê El Qaîdeyê bû û bi sêgoşeya mirinê tê naskirin, vê dema dawî jî çend kesên girêdayî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)li wê derê hatine kuştin.

Karkerê xelkê Şihêl Zêdî Salih Nayif dibêje: “Li Şihêlê ji ber ku xizmetguzarî, av , elektirîk û kar nîne rabû û ji ber vê yekê xeklê Şihêlê gotina xwe gotin û derketin.”

Ji êvara Cejna Qurbanê heta roja 3an ji cejnê 4 kes li vê deverê hatine kuştin ku ji wan 3 serokeşîr bûn, di encamê de xwepêşandan li deverên Şihêl, Ziybab û Hewaycê derket. Lê HSDê dibêjê piştre xwepêşandan aştiyane nema û tiliyên  aliyê hikûmeta Sûriyê di wan bûyeran de hene.

Serokê Hêza Yekê ya Bisêre Ebu Leyis Alxeşam jî dibêje: “Piştî ku xwepêşandan bûn çekdarî sivîl jê vekişiyan û kesên ku fitnê dixwazin mane. Ev karê hikûmeta Sûriyê ye ku tenê 500 metre di nav me de heye û pir hesan e fitnê li vir derbixin.”

Di encama xwepêşandanan de, li gor HSDê wan 4 kesên girêdayî DAIŞ û 4 kesên girêdayî dezgeha sîxuriyê ya hikûmeta Sûriyê girtin. Kuştina kesayetiyan û xwepêşandana xelkê deverê piştî nûçeyên girêbestên petrolê di navbera Amerîkiyan û HSDê de tê, her çend ku tê de tenê behsa zeviyên Rimêlanê hatiye kirin, lê 6 zevî û kêlgehên sereke yên petrolê li vê deverê di bin destên HSDê de ne.

Pirsên