LIBNAN - Biden bangî Îsraîlê kir û Almanya jî dîplomatên xwe vediguheze

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Almanya Îsraîl Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden bangî Îsraîlê kir ku "operasyona bejayî ya sînorkirî" ya muhtemel a dijî Libnanê rawestîne û got, "Hema niha divê agirbest bibe."

Almanya jî ji Libnanê personelên xwe yên dîplomatîk texliye dike.

Serokê Amerîkayê Biden, li Qesra Spî piştî bidawîbûna civîna çapemeniyê ya derbarê Bahoza Heleneyê, pirsa li ser rewşa dawî ya li Libnanê bersivand.

“Divê agirbest pêk were”

Li ser pirsa “Amerîka ji operasyona bejahî ya sînorkirî ya muhtemel a Îsraîlê haydar e û ji bo plana Îsraîlê razî ye?”  Biden jî wekî bersiv wiha got:

"Ez ji texmîna te wêdatir haydar im û ez dê bi rawestandina wan (ya operasyonê) dilrazî bibim. 

Hema niha divê agirbest pêk bibe."

Dîplomatên Alman dê bêne veguhestin

Li aliyê din, Almanyayê biryar da ku personelên dîplomatîk ên li Balyozxaneya Beyrûtê texliye bike. 

Di daxuyaniya hevbeş a Wezaretên Parastin û Karên Derve ya Almanyayê de hat diyarkirin, ji bo mîsyonên dîplomatîk ên li Beyrût, Ramallah û Tel Avîvê asta krîzê cardin hat zêdekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, karên balyozxaneyan dê bi dome lê belê personelên dîplomatîk ên pêwîstiya bilez bi wan nîne dê tevî malbatên wan bi balafireke hêzên asîmanî bên veguhastin.

Her wiha hat diyarkirin, balafira leşkerî ya hêzên asîmanî dê wan welatiyên Alman jî veguhezîne ku li Libnanê nexasim ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê di bin xetereyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst