Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan hemû mayînên li Tengava Hurmizê rakirine yan jî teqandine.
Trump diyar kir ku ew bi rêya Hêza Fezayê çavdêriya Tengava Hurmizê dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump di daxuyaniya xwe de got, "Her niha ji aliyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve ez hatim agahdarkirin ku hemû mayînên li avên navneteweyî yên Tengava Hurmizê hatine rakirin yan jî hatine teqandin."
Îranê Tengava Hurmizê girtibû
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan û êrişkirina li ser welatên cîran bersiv da.
Îranê wekî beşek ji bersivdana xwe 2yê Adarê Tengava Hurmizê girt.
Berpirsên Îranê heta niha piştrast nekiriye ku wan li Tengava Hurmizê mayîn danîne lê wan gotiye ku li wê derê mayîn hene û dîtina wan gelekî zehmet e.
"Em her santîmetreyan dişopînin"
Serokê Amerîkayê di nivîsa xwe de ev yek jî destnîşan kir:
"Îran hatiye agahdarkirin ku her keştî yan belemên ku mayîneke nû deyne, dê yekser were têkbirin."
Em bi rêya Hêza Fezayê çavdêriya her santîmetreyên tengavê dikin.
Em her wiha çavdêriya Çiyayê Qulingê û wan hersê pêgehên din ên atomê jî dikin ku berê hatibûn bombebarankirin."


.webp&w=3840&q=75)
