Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ragihand ku Birêvebirê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe ji bo çend civînan çûye Moskowa paytexta Rûsyayê.
Amarên geştên asmanî nîşan jî didin balafireke leşkerî ya Amerîkayê gihîştiye Moskowê.
Kanala CBS Newsê li ser zarê çend çavkaniyên agahdar nûçeya serdana Birêvebirê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe belav kir.
CBS Newsê diyar kir, piştî ku Kanûna Paşîn a 2025an bûye Birêvebirê CIAyê ev serdana yekem a Ratcliffe ya Rûsyayê ye.
Her wiha malpera Axiosê jî li ser zarê berpirsekî Amerîkayî heman agahî piştrast kir.
Heta niha rayedarên Koşka Spî û Kremlînê li ser serdana Ratcliffe ti daxuyanî nedane.
Li gorî amarên malpera Flightradar24ê, balafireke leşkerî ya Amerîkayê ya cureyê C-17an ji Amerîkayê ber bi Latviyayê ve firiyaye û paşê gihîştiye Moskowê.
Şerên li Ukrayna û Îranê di rojevê de ne
Ev serdana bi dizî ya Birêvebirê CIAyê di demekê de pêk tê ku dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê ku bi navbeynkariya Amerîkayê dihatin kirin rawestiyane û ti bipêşketin çênebûne.
Ji bilî mijara Ukraynayê, şerê li Îranê jî yek ji mijarên herî hestyar ên di navbera Washington û Moskowê de ye ku Rûsya hevpaymeneke nêzîk a Tehranê ye.


.webp&w=3840&q=75)
