Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê bi tundî êrişî Komara Îslamî ya Îranê kir û desthilata Tehranê wekî "têkçûyî" pênase kir.
Trump ragihand ku Tehran nikare meaşên beşeke zêde ya hêzên xwe yên leşkerî dabîn bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê rexneyên giran li rayedarên Îranê girtin.
Donald Trump li ser miameleya wan a li gel hêzên leşkerî û girtina xwenîşanderan axivî û ragihand:
"Rewşa Îranê bûye krîzeke mirovî ya mezin. Divê ev yek yekser were rawestandin."
Serokê Amerîkayê di peyama xwe de desthilata Tehranê wekî "hilweşiyayî û têkçûyî" bi nav kir û anî ziman:
"Komara Îslamî ya Îranê ya têkçûyî meaşên beşeke zêde ya hêzên xwe yên leşkerî nade."
Kuştina xwenîşanderan û krîza mirovî
Serokê Amerîkayê qala tepeserkirina xwenîşanderan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir da zanîn ku rayedarên Tehranê "li gel nedana meaşên leşkerên xwe, xelkê nerazî jî dikujin."
Trump her wiha got, "Ew tewr wan kesên ku xwenîşandanê nakin jî dikujin. Ev yek gihîştiye asteke wiha ku berê mînaka wê nebûye."
Hîn ne diyar e ku Trump behsa kîjan qonaxa xwenîşandan û nerazîbûnan dike.
Piştî aloziyên destpêka salê yên li xwenîşandanên Îranê de, xwenîşandanên din ên berfireh nehatine kirin.
Krîza aborî û şer
Piştî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê yê dawiya Sibata 2026an û sepandina cezayên giran, aboriya Îranê rûbirûyî enflasyoneke giran û daketina nirxê pere bûye.
Birêvebiriya Washingtonê vê hefteyê gavên xwe yên ji bo îzolekirina aboriya Tehranê tundtir kirine da ku çavkaniyên wê yên darayî bibire.
Li aliyê din, rayedarên Tehranê îdiayên Amerîkayê red dikin û dibêjin ku welatê wan di pozîsyoneke bi hêz de parastina xwe dike.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
