Misirê nehişt balafira ku wêneyê jina Kurd li serê bû dakeve

28-12-2023
Nîşan Enrique Piñeyro Jîna Emînî Misir Wêne Balafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Enrique Piñeyro ragihand, Misirê nehiştiye balafira ku wêneyê jina Kurd Jîna Emîniyê li serê bû dakeve balafirgeha wê.

Pîlotê berê û derhênerê Îtalyan-Arjantînî Enrique Piñeyro bi balafira xwe ya taybet alîkariyên mirovî digihîne deverên cuda yên cîhanê.

Vê carê xwest bi rêya Misirê alîkariyan bigihîne Xezeyê lê Hikûmeta Misirê jê re got:

“Ji bo tu destûra daketina balafirê wergirî lazim e tu wan wêneyên li ser balafirê jê bibî.”

Li ser balafira Enrique Piñeyro wêneyên futbolîstê Îranî Emîn Nasir Azadaniyê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn û Jîna Eminiyê hebûn.

Wêne jê bir

Xeyn ji wêneyan li ser balafirê wiha hatibû nivîsîn:

“Nabe jin ji ber mecbûriyetê serê xwe binixûmînin û nabe ku mêr ji ber nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê bên bidarvekirin.”

Enrique Piñeyro piştî vî şertê Misirê bi rêya hesabê xwe yê Xê vîdeoyek parve kir ku tê de xuya dibe wêneyê Jîna Emîniyê jê dibin.

Çi bûbû?

Jîna Emîniyê 16ê Îlona 2022yan li Tehranê di bin çavdêriya polîsan de canê xwe ji dest da.

Polîsan bi hinceta ku “pora xwe li gorî rêzikên Îslamî nenixûmandiye” ew desteser kir û Jîna rastî şkenceyê hat.

Piştî ku Jînayê canê xwe ji dest da li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê protestoyan dest pê kir.

Hêzên Îranî bi awayekî dijwar êrişî xwepêşanderan kir.

Herî kêm 500 kes hatin kuştin, bi hezaran kes jî hatin girtin.

Herwiha 4 xwepêşandar jî hatin bidarvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst