Hewlêr (Rûdaw) - Karbirêkerê Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf ragihand ku wan 11 koçberên din ên Herêma Kurdistanê ji destê qaçaxçiyên li Lîbyayê rizgar kirine.
Karbirêkerê Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf li ser rizgarkirina koçberên Kurd Rûdawê re axivî.
Ehmed Sehaf diyar kir ku bi hewldanên wan 11 koçberên ku hemû xelkê Herêma Kurdistanê ne û bi awayekî neyasayî derbasî axa Lîbyayê bûbûn, ji destê torên qaçaxçîtî û bazirganiya mirovan hatine rizgarkirin.
Sehaf ragihand ku rêkarên ji bo vegera wan a bi dilxwazî dest pê kirine.
Her wiha ji bo diyarkirina çarenivîsa koçberên din, dan û standina zanyariyan a di navbera balyozxane û aliyên ewlehiyê yên li Trablûsê de didome.
Ehmed Sehaf li ser rewşa wan got, "Ji bo piştrastbûna ji tenduristiya wan kontrola bijîşkî ji bo wan hat kirin.
Ji bo dilrehetiyê jî pêwendî bi malbatên wan re hat danîn. Ji bo hêsankirina vegera wan dê pasaporta derbasbûnê bidin wan."
Çarenivîsa 18 koçberên xeniqî ne diyar e
Çalakvanê kar û barên koçberan ê li Ewropayê Renc Pişderî 22yê Îlona 2026an ji Rûdawê re gotibû:
"Beriya zêdetirî mehekê li Deryaya Spî belemeke koçberan bin av bû û derket holê ku 18 koçberên Kurd tê de xeniqîne."
Lê belê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên ji Ewropayê ragihandibû ku di nav wan 18 kesan de ti koçberên Kurd nînin.
Berpirsê Koç û Koçberan ê Îdareya Serbixwe ya Raperînê Osman Mistefa jî 4ê Çiriya Pêşîn a 2026an li ser çarenivîsa wan koçberan ji Rûdawê re axivî:
"Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê û kesûkarên koçberên winda, ji bo 16 kesan li Îdareya Raperînê testa DNAyê hat kirin."
Osman Mistefa da zanîn ku ew dixwazin çarenivîsa wan koçberan diyar bibe û got:
"Ji bo vê armancê me hefteya borî test temam kirin. Bi rêya komîteyeke Wezareta Karên Navxwe û Birêvebiriya Belge û Tawanê, me ew test şandin Navenda Giştî ya DNAyê ya li parêzgeha Hewlêrê.
Tê pêşbînîkirin ku êvara îro encamên testan derkevin."
Testên DNAyê tên berhevkirin
Piştî eşkerekirina encamên testan, Navenda DNAyê ya li Hewlêrê dê encaman bide Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê.
Wezaret jî dê bi rêya Wezareta Karên Derve ya Îraqê encaman bigihîne Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê da ku li gel DNAya koçberên xeniqî bidin ber hev.
Li gorî amarên Îdareya Serbixwe ya Raperînê, ew kesên ku testa DNAyê ji bo wan hatiye kirin 16 welatî ne; 12 kes ji wan li Îdareya Raperînê, 3 kes li navçeya Çemçemalê û kesek jî li Dokanê dijî.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên ji Ewropayê Bekir Elî jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re got:
"Em piştrast in ku ew termên li beravên Lîbyayê hatine dîtin ne Kurd in.
Piştî belavbûna nûçeyê me hemû hewla xwe da da ku em çarenivîsa wan koçberan diyar bikin lê heta niha ti delîla zelal bi dest neketiye ku ew 18 koçberên xeniqî Kurd in."



