Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên Romanyayê, keştiya zad a bi navê "Royad Mammadov" a ku xwediyê wê ji Tirkiyeyê ye piştî êrişeke bi dronê şewitî û noqî avê bû.
Rayedarên Romanyayê ragihand ku 11 kesên di keştiyê de hatine rizgarkirin û 2 xebatkarên keştiyê jî mirine.
Keştiya 139 metre dirêj li herêma aborî ya taybet a Romanyayê bû.
Keştî nêzîkî 30 mîlên deryayî li başûrê herêma Sfantu Gheorgheyê û li nêzîkî platforma petrol û gazê ya Pescarusê bû.
Wezareta Karên Navxwe ya Romanyayê da zanîn ku îro derdora saet 11:00an agahiya derketina agir gihîştiye wan û wan yekser dest bi operasyona lêgerîn û rizgarkirinê kiriye.
11 kes hatin rizgarkirin
Berdevka Desteya Deryavanî ya Romanyayê Îrîna Puscasuyê eşkere kir ku ji 11 kesên hatine rizgarkirin 3 kes birîndar bûne û rewşa tenduristiyê ya 8 kesên din baş e.
Xebatkarên birîndar bi helîkoptereke girêdayî Mufetîşiya Giştî ya Hewavaniyê ya Romanyayê ji keştiyê hatin birin û rakirin nexweşxaneyê. Tîmên Ewlehiya Peravan a Romanyayê û keştiyên rizgarkirinê jî beşdarî operasyonê bûn.
Keştî ji Ukraynayê diçû Îtalyayê
Hat ragihandin ku keştiya "Royad Mammadov" ji Bendera Îsmaîlê ya Ukraynayê bi rê ketibû û ber bi Bendera Ravennayê ya Îtalyayê ve diçû.
Li gorî zanyariyan, keştiyê zad û li gorî hinek çavkaniyan garis bar kiribû. Keştî bi ala Saînt Kîtts û Nevîsê diçû û xwediyê wê ji Tirkiyeyê ye.
Îdiaya êrişa dronan
Medyaya Romanyayê


