Almanyayê nêzîkî 13 hezar penaber dersînor kirine

28-01-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên Herêma Schengenê dibêjin, Almanyayê sala borî 12 hezar 945 penaber dersînor kirine ku li gorî salên borî zêdebûnek e.

Malpera fermî ya Schengenê roja Înê 27ê Çileya 2023an di raportekê de got, “Almanya û siyasetmedarên li seranserî YE li ser rêyên xurtkirina siyaseta vegerê ya koçberên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatine redkirin, hewcedariyên wan pêk naynin an sûc kirine nîqaş dikin.” Bi vî awayî wan vedigerînin wan welatên ku ew jê hatine.

Li gorî daneyên fermî yên Yekîtiya Ewropayê, di sala 2021an de bi giştî 11 hezar û 982 penaber hatine vegerandin. Vegera herî zêde ya di pênc salên borî de di sala 2019an de bû Almanyayê nêzîkî 22 hezar penaxwaz vegerandine.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, yên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatine vekirin dê bişînin welatê Yekîtiya Ewropayê ku li gorî peymana Dublinê cara yekem daxwaza penaberiyê lê kiriye.

Hin partiyên muxalefetê yên muhafezekar dibêjin ku 50 hezar kes di sala 2022an de hatine redkirin û rexne li wê yekê digirin ku dersînorkirina zêdetirî 12 hezar penaxwazan "pir kêm" dibînin.

Partiyta çepgir Die Linke jî dibêje, “Divê Almanya hewl bide ku hejmara penaxwazên vegeriyayî zêde bike û ji bo kesên ku dixwazin li welêt bimînin ji bo avakirina paşeroja welêt siyasetên baştir bipejirîne.”

Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê, heta dawiya sala 2022an li Almanyayê herî kêm 304 hezar kes hebûn ku ji wan hatibû xwestin Almanyayê biterikînin û mafê penaberiyê wernegirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst