Hewlêr (Rûdaw) - Navendeke tomarkirinê ya ku li Almanyayê çavdêriya bûyerên cudakarî û nijadperestiyê yên li dijî Kurdan dike ragihand ku hejmara bûyeran a ku sala 2024an 217 bû sala 2025an derketiye 438an.
Di raporê de hat destnîşankirin ku beşa herî mezin a binpêkirinan ne ji aliyê rastgirên tund ên Alman ve lê ji aliyê komên neteweperest ên bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn ve pêk hatine.
Saziya Tomarkirina Nijadperestiya li dijî Kurdan ku li Almanyayê xebatên xwe didomîne rapora xwe ya salane ya derbarê tawanên nefretê û çalakiyên nijadperestiyê yên li dijî diyasporaya Kurdan bi raya giştî re parve kir.
Li gorî amarên navendê, hejmara bûyerên nijadperestiyê ku sala 2024an wekî 217 di tomaran de cih girtibû, heta dawiya sala 2025an zêdetirî 2 qatan zêde bûye û gihîştiye 438an.
"Nasname, ziman û sembolên Kurdan dibin armanc"
Endamê saziyê Pesar Harîkî ku beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û hûrguliyên amarên ku hatine weşandin parve kirin.
Pesar Harîkî diyar kir ku sedemeke girîng a vê zêdebûnê bi naskirin û pêbaweriya saziyê re pêwendîdar e û wiha got:
"Di sala duyem a xebatên me de, welatiyan bêhtir bawerî bi me anî û binpêkirinên mafan ên ku pê re rû bi rû mane rasterast ji me re ragihandin.
Wekî saziyê, me jî ev giliyên wan yek bi yek belge kirin."
Harîkî bal kişand ser cureyên êriş û destdirêjiyan û destnîşan kir ku bûyer rasterast bi nasnameya Kurdan, bikaranîna zimanê dayîkê, çalakiyên çandî yan jî hilgirtina alaya Kurdistanê re pêwendîdar in.
Zêdetirî ji sedî 41ê êrişan ji aliyê komên neteweperest ve hatine kirin
Yek ji encamên herî balkêş ên raporê nasnameya êrişkar û tawanbaran bû.
Li gorî amaran, çalakiyên ku diyasporaya Kurdan a li Almanyayê dikin armanc, bêhtir ji aliyê komên ji welatên Rojhilata Navîn ve têne kirin, ne ji aliyê rastgirên tund ên Alman ên xwecihî.
Harîkî di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê de ev agahî parve kirin:
"Zêdetirî ji sedî 41ê êrişên nijadperest ên ku hatine tomarkirin, ji aliyê neteweperestên Tirk û hêzên rastgir ên tund ve hatine kirin.
Li dû vê komê, bi rêzê neteweperestên Ereb û derdorên cuda yên Îslamî yên radîkal tên."
Dosye dê pêşkêşî Parlamentoya Federal were kirin
Hat ragihandin ku navenda çavdêriyê bi mebesta ku li seranserî Ewropayê li dijî cudakariya zêde ya li ser Kurdan têkoşîn were kirin amadehiyê dike ku amaran û rapora berfireh pêşkêşî Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) bike.
Bi vê dosyeya ku hatiye amadekirin, tê armanc kirin ku rayedarên Alman yasayên nû û tedbîrên ewlehiyê yên rêgir derxin.

.jpg&w=3840&q=75)