Hewlêr (Rûdaw) - Projeyeke çandî ya ku li Almanyayê dest pê kir û heta Rojavayê Kurdistanê dirêj bû, deriyekî nû yê jiyanê ji bo sedan zarokan vekir.
Akademîsyen û hunermenda Kurd Dr. Havîn Sindiyê bi projeya xwe ya çandî, bi sedan zarokên li Almanyayê û Rojavayê Kurdistanê di xala hevpar a hunerê de gihandin hev.
Bi rêya vê projeyê, zarokên li Almanyayê yên ji neteweyên cuda stranên Kurdî gotin û li Rojavayê Kurdistanê jî deriyên dibistaneke hunerê hatin vekirin.
Ev xebat 200 zarokên ku li bajarê Duisburgê yê eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê dijîn û 200 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê dihewîne.
Armanca projeyê ew e ku zarok bi rêya muzîk, wênesazî û dan û standina çandî cîhanên hevdu nas bikin.
Zarokên Alman stranên Kurdî gotin
Bi rêya bernameya çandî, zarokên Alman û yên ji neteweyên cuda bi rêbazên pedagojîk, dîroka kevnar a Kurdan û çanda wan a dewlemend nas kirin.
Dr. Havîn Sindî beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û wê hûrguliyên projeyê parve kirin.
Sindiyê diyar kir ku yek ji armancên wan ên sereke ew e ku şiyan û hişmendiya zarokên Kurd nîşanî cîhanê bidin û wiha berdewam kir:
"Bêyî ku em tevlîheviyekê di hişê zarokan de çêbikin, gav bi gav me dîrok û dewlemendiya erdnîgariya Kurdan ji wan re vegotin.
Di dawiya xebatê de, dîmenekî pir hêja derket holê ku zarokên Alman û yên ji neteweyên cuda bi yek dengî stranên Kurdî gotin."
Xebata botanîkê û guherîna li wêneya xwezayê
Li kêleka aliyê hunerî, rûyekî vê projeyê yê hişyariya zanistî jî heye. Sindiyê da zanîn ku wan li gel komeke lêkolînê ya ji biyologan pêk tê, li ser kulîlk û giyayên Kurdistanê lêkolîn kirine û bal kişand ser rûxandina jîngehê û guherîna ekolojîk.
Sindiyê anî ziman ku destwerdanên li ser ax û xwezayê, rûerda kulîlk û giyayên herêmî rasterast guherandiye.
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokan dibistana hunerê hat vekirin
Sindiyê bal kişand ser vê yekê ku tevî hemû zehmetiyên lojîstîk û meydanî jî proje veguheriye berhemeke mayînde û eşkere kir ku li Rojavayê Kurdistanê dibistaneke hunerê ya taybet ji bo zarokan hatiye vekirin.
Tê armanckirin ku di vê navenda nû de, zarok di warên wekî wênesazî, muzîk û hunerên destan ên kevneşopî de perwerdeyê bibînin, şiyanên xwe yên hunerî bi pêş bixin û çanda xwe ya herêmî bibin paşerojê.

.jpg&w=3840&q=75)