Yekîtiya Ewropayê rakirina dorpêça li ser Sûriyeyê dinirxîne

27-01-2025
Zinar Şîno
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Sûriye Dorpêç
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên endamên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li hev dicivin.

Sûriye, Şerê Rûsya û Ukraynayê, pêwendiyên Trump û Yekîtiya Ewropayê" 3 mijarên sereke ne.

Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê û Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku endamên Yekîtiya Ewropayê dikarin li ser nexşerêyeke sivikirina dorpêçên li ser Sûriyeyê li hev bikin.

Di rûniştina Rojhilata Navîn a civînê de dê sivikirina bi qonax bi qonax a dorpêçên Yekîtiya Ewropayê were gotûbêjkirin ku piştî şerê navxweyî li ser Sûriyeyê sepandibûn.

Tê payîn ku dorpêçên li ser qadên wekî veguhastinê û enerjiyê ku rê li ber avakirina Sûriyeyê digirin bi şert werin rakirin.

Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Kaja Kallasê, beriya destpêka civînê pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivand.

“Tê payîn ku li hev bikin”

Kaja Kallasê got, “Tê payîn ku wezîrên karên derve îro li ser amadekirina nexşerêyeke sivikirina dorpêçên li ser Sûriyeyê li hev bikin.

Em bi eşkereyî gav bi gav diçin pêş, ji ber vê yekê em ê bi rakirina hinek dorpêçan dest pê bikin ku ji bo avakirina welêt pêwîst in.

Eger em bibînin ku gav erênî ne, em dê amade bin gavên din jî biavêjin."

Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna jî ji rojnamegeran re diyar kir ku rûdanên meha borî ya li Sûriyeyê girîng bûn ji ber ku ev îşareteke wê yekê ye ku dibe "dîktatorî" biqede.

“Em li benda bipêşketina demokrasiyê ne”

Margus Tsahkna ji rojnamegerên ku Zinar Şino jî di nav wan de bû got:

"Em li bendê ne ku pêvajoya demokratîk li wî welatî bi pêş bikeve û gelê Sûriyeyê xwedî paşerojeke bextewer be.

Em dorpêçên Yekîtiya Ewropayê dinirxînin û her wiha em dinirxînin ka em dikarin di vê mijarê de çawa alîkariya Sûriyeyê bikin."

Wezîra Karên Derve ya Letonyayê Baiba Bražeyê jî ji rojnamegeran re got ku ew dê di civîna xwe ya îro de rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî jî rewşa Sûriyeyê gotûbêj bikin.

“Hîn jî hinek pirsgirêk hene”

Baiba Bražeyê ragihand ku ew dê şerê Hamas û Îsraîlê û agirbesta Hizbulah û Îsraîlê de jî gotûbêj bikin û li pey çû:

"Em hinek bipêşketinên li Xezeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin ku di nav wan de agirbest û berdana dîlan hene.

Ez ji kiryarên Hamasê, bi taybetî jî ji xwepêşandana wan gelekî nîgeran im.

Agirbestê li Libnanê berdewam dike lê hîn jî hinek pirsgirêk hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst