Hewlêr (Rûdaw) - Peymana di navbera hikûmeta Libnanê û Îsraîlê de, li Washingtonê bi navbeynkariya Amerîkayê hat îmzekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Îsraîl û Libnan gihîştine peymanekê.
Vegera xelkê ya li malên wan
Balyozê Libnanê yê Amerîkayê li ser girîngiya vê peymanê anî zimên, "Armanca me ya sereke ew e ku em alîkariya xelkê bikin da ku vegerin ser cih û warên xwe."
Amerîkayê ji bo rawestandina şerê li herêmê demeke dirêj e di navbera her du welatan de navbeynkarî dikir.
Piştî gera 5an a dan û standinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Libnanê de ku li Washingtona paytexta Amerîkayê hatin kirin, di navbera her du welatan de peymana çarçoveyê hat îmzekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Balyoza Libnanê ya Washingtonê Nada Hamadeh û Balyozê Îsraîlê yê Washingtonê Yechiel Leiter beşdarî merasîma li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bûn.
"Pêngava yekem a pêvajoyeke dijwar"
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di axaftina xwe ya li merasîma îmzekirinê de ev peyman wekî "pêngava yekem a pêvajoyeke dirêj û dijwar" pênase kir û anî zimên:
"Em îro kêfxweş in ku bi navbeynkarî û piştgiriya Amerîkayê peymaneke çarçoveyê ya di navbera hikûmeta serwer a Libnanê û hikûmeta Îsraîlê de radigihînin. Ev pêvajoyek e ku ji bo aştî û ewlehiya mayînde dest bi avakirina çarçoveyekê dike."
Armanc aştî û aramiya Libnanê ye
Rubio destnîşan kir ku xelkê Libnanê bi salan e ji ber destwerdanên (midaxele) derve gelek êş kişandiye.
Wî diyar kir ku ew dixwazin welat ji nû ve bibe xwedî avahiyeke di nav aştî û aramiyê de û li pey çû:
"Wekî ku min îro jî got, em di destpêka vê pêvajoyê de ne. Rêyeke dirêj li pêşiya me heye lê ev pêngava ewil gelekî krîtîk e."
"Heta Hizbulah bêçek nebe Îsraîl venakişe"
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu eşkere kir ku peymana çarçoveyê ya hatiye îmzekirin rê dide ku artêşa Libnanê li wan herêmên pîlot ên hatine diyarkirin were bicihkirin û diyar kir:
"Bicihkirin dê di du qonaxan de pêk were lê belê heta ku Hizbulah bêçek nebe dê Îsraîl ji herêmê venekişe."


