Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê li Tengava Hurmizê herî kêm 4 êriş bi dronên xwekujî pêk anîne û yek ji wan li "keştiyeke mezin û giranbiha" ketiye.
Donald Trump li ser tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump diyar kir, "Me 3 dronên din xistin xwarê. Eşkere ye ku ev binpêkirineke bêeqilane ya peymana me ya agirbestê ye."
Êrişa li ser keştiya barhilgir
Serokê Amerîkayê li ser hûrgiliyên êrişê ev agahî dan:
"Komara Îslamî ya Îranê herî kêm 4 dronên êrişker ên xwekujî arasteyî wan keştiyan kirin ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Yek ji dronan bi tundî li beşa serî ya keştiyeke barhilgir a mezin û gelekî giranbiha ket."
Trump ragihand ku zerer gihîştiye keştiyê lê wê keştiyê kariye rêya xwe berdewam bike.
"Peyman hat binpêkirin"
Donald Trump bal kişand ser parastina keştiyan û ragihand:
"Me 3 dronên din xistin xwarê.
Eşkere ye ku ev binpêkirineke bêeqilane ya peymana me ya agirbestê ye."
Ev êriş di demekê de pêk hat ku li herêmê ji bo pêkanîna xalên peymana di navbera Amerîka û Îranê de hewldan didomin.


