Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Slovenyayê ji Rûdawê re ragihand ku di 5 mehên yekem ên îsal de 108 koçberên ji Îraq û Başûrê Kurdistanê çûne Slovenya ku di heman dema par de ev hejmar 476 kes bûye.
Wezareta Karên Navxwe ya Slovenyayê her wiha diyar kir ku îsal 201 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çûne Slovenyayê ku di heman dema par de hezar û 495 kes çûbûn.
Wezareta Karên Navxwe ya Slovenyayê di bersiva emaileke Niyaz Mistefayê Edîtora Beşa Navneteweyî ya Rûdawê de ragihand ku di 5 mehên yekem ên îsal de 12 hezar û 64 koçber çûne wî welatî ku di heman dema par de ev hejmar 28 hezar û 203 kes bûye.
Li gorî amarên ku wezaretê ji Rûdawê re şandine, çûyîna koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ya wî welatî ji sedî 88 û koçberên ji Îraq û Başûrê Kurdistanê jî ji sedî 78 kêm bûye.
Slovenya welatekî Ewropaya Navîn e û koçber bi rêya wî welatî xwe digihînin welatên Ewropaya Rojava yên wekî Almanya, Fransa û Brîtanyayê.
Piraniya koçberên Îraqî û Sûriyeyî bi rêya Xirwatistanê derbasî Slovenyayê dibin.
Li gorî wezaretê, îsal 177 Sûriyeyî û par hezar û 414 Sûriyeyî ji Xirwatistanê derbasî Slovenyayê bûne.
Her wiha îsal 98 Îraqî û par 431 welatiyên din ên wî welatî çûbûn Slovenyayê.
Tedbîrên li ser sînoran zêde bûne
Slovenya endama Yekîtiya Ewropayê û hevpeymana NATOyê ye.
Ji sala 2023yan ve wî welatî ji bo rûbirûbûna koçberan li ser sînorên xwe hêzên zêdetir bi cih kirine.
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Slovenyayê ku dane Rûdawê, sala 2023yan nêzîkî 60 hezar û 600 koçber çûne Slovenyayê lê sala 2024an tenê 46 hezar û 220 koçber û par jî nêzîkî 40 hezar koçber çûbûn.
Wezareta Karên Navxwe ya Slovenyayê ji Rûdawê re got ku wan par 228 koçber dersînor kirine ku yek ji wan welatiyê Sûriyeyê bû û Îraqî di nav wan de tunebûn.
Îsal jî 92 kes hatine dersînorkirin lê kes ji wan ne Îraqî û Sûriyeyî bûne.


