Li Çînê êrişa bi kêrê: 8 kes hatin kuştin

24-05-2024
Nîşan Çîn Êriş Kêr Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li baharê Xiaoganê yê Çînê kesekî bi kêrê êrişî welatiyan kir.

Di wê êrişê de 8 kes hatin kuştin kesek jî birîndar bû.

Li gorî kanala fermî ya Çînê (CCTV), li parêzgeha Xiaoganê kesekî kal bi kêrê êrişî xelkê sivîl kir.

Hat zanîn ku ji ber wê êrişê 8 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Ajansa Xinhwayê jî diyar kir ku rewşa birîndar baş e û metirsî li ser jiyana wî nîne.

Li gorî medyaya Çînê, paşnavê êrişkar “Lu” ye û 53 salî ye û li nexweşxaneyê tedawî bûye.

Hêzên ewlehiyê êrişkar desteser kiriye.

Çînê bikaranîna çekan qedexe kiriye û sûcên tundûtûjî yên girseyî jî li Çînê kêm in.

Li gorî raporan, bûyerên tûndî û êrişên bi kêran di van salên dawî de li Çînê dest pê kiriye û bûyerên wisa zêde bûne.

Roja duşemê, jineke ku kêreke biçûk a malê di destê wê de bû li dibistaneke seretayî li navenda parêzgeha Jiangxiyê êrişî xelkê kiribû û di wê êrişê jî de 2 miribûn û 4 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst