Hewlêr (Rûdaw) - Ji silava "Roj baş"ê heta keşifkirina cîhaneke mişt kevneşopî, nirx û çand...
Alman bi mebestên cuda berê xwe didin fêrbûna zimanê Kurdî. Ev rêwîtiya wan bi têgihiştineke kûrtir a civak û çanda Kurdî bi dawî dibe lê fêrbûna Kurdî li Almanyayê ne bê astenge.
Keçika Alman a bi navê Britta, bi silava Kurdî "Roj baş" dest bi axaftina xwe kir.
Brittayê ji DWyê re eşkere kir ku ew ji bo fêrbûna zimanê Kurdî yê ku hevjînê wê pê diaxive gelekî bi kelecan e û got "Ziman nasname, aîdbûn û çandê nîşan dide" û destnîşan kir ku fêrbûna vî zimanî alîkariya wê dike ku jiyana hevjînê xwe, şêwazê jiyana malbata wî û edetên wan baştir fêm bike.
Brittayê diyar kir hewlên wê hene lê ew hîn jî di jiyana rojane de di bikaranîna Kurdî de rastî hinek zehmetiyan tê.
Ew gelek caran di peyv û îfadeyên rojane de û lihevanîna wan a bi rêzimanê re zehmetiyê dikişîne.
Brittayê li "Dibistana Gel a ji bo Mezinan" (Volkshochschule) û bi rêya înternetê li cem mamosteyên pispor dersên Kurdî wergirtine.
Zimanek û gelek zarava
Brittayê di pêvajoya perwerdeya xwe de tê derxistiye ku zaravayê hevjînê wê û malbata wî ya li Efrînê, di hinek peyv û îfadeyan de ji zimanê pirtûk û dersan cuda ye.
Bi vî awayî wê fêm kiriye ku zimanê Kurdî ne tenê ji Kurmanciya ku wê xwendiye lê ji gelek zaravayên cuda pêk tê.
Her wiha wê dîtiye ku Kurmancî bi xwe jî li gorî herêman ji aliyê şêwazê axaftinê û peyvan ve diguhere.
Britta di dema fêrbûnê de rastî hinek têgeh û şêwazên hevokan hatiye ku berê di zimanên din de nedîtine.
Her çi qasî Kurdî mîna Almanî ji malbata zimanên Hînd û Ewropî be û hinek peyv ji bo wê nas bin jî, Brittayê tê derxistiye ku hinek aliyên taybet ên Kurdî hene ku ji bo fêmkirina wan hewleke zêdetir pêwîst e.
Niha Kurdî bûye beşek ji jiyana wê ya rojane. Îfadeyên wekî "Roj baş" û "Şev baş" di navbera wê û hevjînê wê de bûne tiştên asayî.
Britta hêvî dike ku di paşerojê de derfetên zêdetir ên fêrbûn û pratîkkirina Kurdî hebin da ku dildarên li Almanyayê karibin vî zimanî di jiyana xwe de bêhtir bi kar bînin.
Kurdî: Pira dostanî, kar û çandê
Sedemên fêrbûna Kurdî ya Luisa û Anne-Kathrinê jî dişibin hev.
Ew dixwazin fêrî zimanê bêhtirî milyonek Kurdên li Almanyayê bibin.
Wan ji DWyê re ragihand ku eleqeya wan a ji bo Kurdî bi rêya dostaniya wan a bi Kurdan re dest pê kiriye. Vê dostaniyê ew dehf dane ku bikevin nav kûrahiya ziman, rêzimanê fêm bikin û ji nêz ve nirxên civakî û çandî yên Kurdan nas bikin.
Her çi qasî ev rêwîtiya fêrbûnê ji bo wan xweş be jî, ew hîn bi awayekî herikbar bi Kurdî biaxivin.
Ew diyar dikin ku hinek deng û tîpên Kurdî ji bo wan zehmet in çimkî di zimanên wan de nînin lê belê her du keçik jî destnîşan dikin ku ev hewla wan hêjayî her tiştî ye çimkî bi saya Kurdî wan derfet ditiye ku muzîk, stranên gelêrî û mîrata çandî ya Kurdan baştir nas bikin.
Lê sedemên fêrbûna Kurdî tenê bi pêwendiyên kesane an dostaniyê re ne sînordar in.
Monikaya ku pispora karên civakî ye, dibêje ku ji ber karê xwe ew her tim bi Kurdan re di pêwendiyê de ye.
Monikayê got dema Kurd dibînin ku kesê li pêşberî wan bi çend peyvên hêsan be jî bi zimanê wan diaxive, ew xwe rehettir hîs dikin.
Wê anî zimên ku dostaniya bi Kurdan re û beşdarbûna dersên Kurdî alîkariya wê kiriye ku paşxaneya çandî û civakî ya Kurdan baştir fêm bike û ev yek bûye sedem ku pêwendiya wê ya bi wan re baştir bibe.
Kêmasiya çavkaniyan
Mamosteyê zimanê Kurdî Mihemed Keleş li ser vê mijarê dibêje ku li gorî tecrubeyên wî, sedemên Almanan cuda ne. Hinek ji ber pêwendiyên evîndariyê û civakî dixwazin civaka Kurd nas bikin, hinek dixwazin di navbera du çandan de piran ava bikin, hinek akademîsyen û dildarên zimanan jî ji ber tatêla xwe dixwazin zimanekî nû keşif bikin.
Keleş di wê baweriyê de ye ku xwendekarên Alman di xwendin û fêmkirina rêzimana Kurdî de zehmetiyeke mezin nakişînin, nexasim ku Kurdî bi tîpên Latînî tê nivîsandin lê belê astengiya herî mezin axaftina rojane û kêmasiya derfetên pratîkkirina ziman e.
Her wiha wî bal kişand ser kêmasiya çavkaniyên perwerdeyê yên wekî pirtûk, ferheng û materyalên dîjîtal ên ji bo biyaniyan.
Keleş diyar kir ku piraniya hewlên di vî warî de ne sazîbûyî ne û zêdetir bi hewlên kesane dimeşin. Keleş her wiha behsa girîngiya dersên serhêl (online) kir lê got ku ji bo zarokan dersên rûbirû bi bandortir in.
Hewlên ji bo berfirehkirina derfetên fêrbûnê
Serokê Forumê Alman-Kurd Yûnis Behram diyar kir ku li gorî amaran, zimanê Kurdî li Almanyayê di nêzîkî 50 dibistanên li 6 eyaletan tê dayîn. Lê belê hejmara xwendekaran tenê derdora 3 hezar û 500 kesî ye û piraniya wan jî Kurd in.
Behram got ku li gorî nifûsa Kurdan a li Almanyayê ev hejmar kêm e û pêdivî bi piştgiriya saziyan û akademîk heye.
Bi zêdebûna daxwaza Almanan a ji bo fêrbûna Kurdî, hinek destpêşxeriyên nû jî derdikevin holê.
Yek ji wan jî projeya avakirina "Zanîngeha Kurdî ya Navneteweyî" ye ku Yûnis Behram li bajarê Dresdenê bi hevkariya hinek akademîsyenan li ser dixebite.
Behram anî zimên ku proje hîn di qonaxa avakirinê de ye û ew dixwazin di paşerojê de deriyên wê ji bo hemû kesên ku bi ziman, çand û dîroka Kurdî re eleqedar in vekirî be.
Armanca wan xurtkirina dan û standina çandî ya di navbera Kurd û Almanan de û peydakirina derfetên xwendina akademîk e.
Ziman her tim kilîla têgihiştina kesên din û nêzîkbûna li çanda wan e. Çi bi evînê dest pê bike çi bi dostaniyê yan jî bi tatêla zanistî, fêrbûna Kurdî bi demê re dibe sedem ku mirov civak û çanda Kurdî baştir û kûrtir nas bike.


.webp&w=3840&q=75)
