Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê navdar ê Kurd ê li Moskowê Yuri Nabiyev, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Federal a Rûsyayê (Duma) bû namzed.
Yuri Nabiyev endamê Partiya Rûsyaya Dadperwer e.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Rûsyayê Daner Mistefa ji Rûdawê re qala namzediya Nabiyev kir û got:
"Bi serbilindî û kêfxweşiyeke mezin parêzer Yuri Şamîlevîç Nabiyev ji aliyê Partiya Rûsyaya Dadperwer ve wekî namzedê Dumayê hat diyarkirin."
Daner Mistefa diyar kir ku berê jî parlamenterên Kurd di Dumayê de hebûn.
Lê wî destnîşan kir ku ev cara yekem e Kurdek ji Moskowê dibe namzed.
Yuri Nabiyevê 45 salî ye û Kurdekî Êzidî ye.
Bavê wî yek ji damezirînerên komeleyên Kurdan ên li Yekîtiya Sovyetê û Rûsyayê bû.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rûsyayê biryar daye ku hilbijartinên parlamentoyê di navbera 18 û 20ê Îlona 2026an de werin kirin.
Di vê hilbijartinê de dê 450 endam ji bo parlamentoyê werin hilbijartin.
Partiya Rûsyaya Dadperwer lîsteyeke tije namzed amade kiriye û navê Nabiyev jî di nav wê lîsteyê de ye.
Parêzer Nabiyevê sala 2024an jî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Moskowê bûbû.
Wî di wê hilbijartinê de li herêma 21emîn, 6 hezar û 800 deng bi dest xistibûn.
Ev rêje dike ji sedî 10,05ê dengan û wî di nav namzedan de rêza çaremîn girtibû.
Parêzerê Kurd niha li Odeya Parêzeran a Moskowê parêzerekî çalak e.
Her wiha ew alîkarê yek ji endamên Parlamentoya Federal a Rûsyayê ye.
Ew timî di nav projeyên siyasî de cihê xwe digire û derdikeve pêş.
Daner Mistefa li ser girîngiya wî got, "Yuri Nabiyev yek ji kesayetiyên navdar ên Moskowê ye. Ew di nav Kurdan û xelkê bajar de tê naskirin.
Ji ber vê yekê jî wekî namzedekî bihêz tê dîtin."
Bavê Nabiyev: Têkoşerekî navdar ê Kurd
Bavê Nabiyev, Yuri Şamîlevîç Nabiyev di navbera salên 1953 û 2021ê de jiyaye.
Nabiyevê bav li bajarê Tiblîsê ji dayîk bûbû û yek ji çalakvanên navdar ên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Sovyeta berê bû.
Ew welatparêzê Kurd damezirîner û serpereştyarê çendîn malperên girîng ên Kurdî yên wekî "Kurdistan Ru" û "Riya Teze" bû.
Van malperan xizmeteke mezin ji çand û dîroka Kurdan a li wan herêman re kir.
Nabiyevê bav her wiha Serokê Komeleya Dostaniya Gelê Kurd û Rûsan bû.
Pêwendiyên wî yên nêzîk bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re hebûn.
Wî çendîn caran Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ziyaret kiribû û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû qebûlkirin.
Li ser şopa bavê xwe dimeşe
Daner Mistefa ji Rûdawê re qala armancên wî kir û got, "Nabiyev jî li ser şopa bavê xwe dimeşe. Ew dixwaze çand û nasnameya Kurdî biparêze."
Mistefa eşkere kir ku Nabiyev dixwaze pira pêwendiyan a di navbera gelê Kurd û Rûsyayê de bihêztir bike.
Nabiyevê, li ser kanala xwe ya Telegramê çalakiyên xwe yên siyasî belav dike.
Ew niha bi germî amadekariyê dike da ku di pêşbirkê de bi ser bikeve û bikeve parlamentoyê.
Li gorî amara fermî ya sala 2010an, li Rûsyayê nêzîkî 64 hezar kes hene ku xwe wekî Kurd pênase dikin.
Daner Mistefa destnîşan kir ku li gorî texmînan ji wê demê ve hejmar zêde bûye.
Li gorî pêşbîniyan hejmara Kurdên li Rûsyayê niha herî kêm 100 hezar kes e.

.webp&w=3840&q=75)

