Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Seattleyê yê Amerîkayê, di dema festîvala xwarinê de êrişeke bi çekan pêk hat. Di vê êrişê de 2 kes mirin û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên tîma agirvemirandinê ya Seattleyê ragihand ku bûyer şeva borî li Seattle Centerê qewimiye.
Di wê demê de li herêmê festîvala xwarinê ya bi navê "Bite of Seattle" dihat lidarxistin.
Berdevka Tîma Agirvemirandinê Grace Nuñezê diyar kir ku tîmên wan saet 18:00an gihîştine cihê bûyerê.
Tîman ji bo rizgarkirina 2 kesan hewl da lê ew mirin.
Rewşa birîndaran
Berdevka Navenda Bijîşkî ya Harborviewê Susan Greggê ragihand ku 4 birîndar veguhastine nexweşxaneyê.
Di nav birîndaran de zarokekî kur, ciwanekî 23 salî û jineke 39 salî hene.
Hat eşkerekirin ku jinek di rewşeke giran de ye û hatiye emeliyatkirin.
Her wiha jineke 40 salî ya ku birînên wê sivik bûn, nexwest biçe nexweşxaneyê.
Lêpirsîn berdewam dike
Polîsê Seattleyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Polîsan ji xelkê xwest ku ji herêmê dûr bikevin da ku tîmên lêkolînê karibin karê xwe bikin.
Heta niha sedema êrişê nehatiye zanîn û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Festîvala "Bite of Seattle"yê roja yekşemê di roja xwe ya sêyem û dawî de bû.



