Rêya Ewropayê bûye rêya mirina Kurdan, êdî hêvî çilmisîn

22-06-2024
Zinar Şîno
Ruya û Mujde hatibûn rizgarkirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ruya û Mujde hatibûn rizgarkirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd Koçberî Ewropa Rêya Mirinê
A+ A-

Îtalya (Rûdaw) – Gelek Kurdên ku bi hêviya jiyaneke baştir bi ser rê û dirban dikevin an di behran de dixeniqin an li daristana winda dibin û ji kisî welêt diçin.  

17ê vê Hezîranê keştiyeke penaberan li Îtalyayê bin av bûbû.

Nûnera Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Hemesalihê dabû zanîn ku praniya wan penaberên di keştiyê de Kurd bûn.

Hat ragihandin ku heta niha 35 term ji avê hatine derxistin.

Piştî nêzî hefteyekê ji noqbûna keştiyeke koçberan, hewldanên dîtin û xelaskirina rêwiyên wê berdewam dikin.

Piraniya rêwiyên keştiyê Kurd bûn. Zêdeyî 60 kesî ji wan winda ne ku 26 ji wan zarok in.

Ev hefte ji bo kesên ku hewl dan xwe bi rêya qeyik û deryayê bigihînin Ewropayê hefteyeke kambax bû.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, 12 kesên di keştiya koçberan a binavbûyî de, di nav ava herêma Calabria ya Îtalyayê de sax hatin dîtin.

Gelek ji wan Kurdên başûr û rojhilatê Kurdistanê ne

Yekî ji wan 12 kesan li ser rêya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî xeniqî hatin dîtin.

26 zarok di nav kesên ku hîn jî nehatine dîtin de ne ku tê gotin di navbera 60 û 66 kesan de ne.

Gelek ji wan Kurdên başûr û rojhilatê Kurdistanê ne. Hin ji wan malbat bi temamî ne û pitikên çend mehî jî bi wan re hene.

Li devera Lampedusayê ya Îtalyayê jî keştiyeke ku bi nav nebûye hat dîtin û 55 rêwiyên wê bi saxî hatin dîtin û xelaskirin.

Di wê keştiyê de 10 koçber mirî hatin dîtin ku hemû mêr in û çavkaniyên fermî yên Îtalyayê dibêjin dibe ku Bangladeşî û Pakîstanî bin.

Li giravên nêzî peravên Spanyayê jî 67 rêwiyên keştiyeke koçberan hatin xilaskirin û 6 kesên din jî mirî hatin dîtin.

Di vê keştiyê de Kurd nebûn û rêwî ji Afrîkayê bûn.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li Îtalyayê ye û li ser bûyerê agahiyên berfireh dan.

Encex bi 20 wêneyî pismamê xwe nas kir

Zinar Şîno ragihand ku doh berê sibehê ji bo dîtina cenazeyan dest bi operasyoneke berfireh hatiye kirin û got:

“6 termên din hatin dîtin û ew anîn Nexweşxaneya Lucreyê ya Îtalyayê û ez bi xwe çûn nexweşxaneyê.

Ez wekî nûçegihanê Rûdawê bi berpirsên nexweşxaneyê re axivîm û wan got ku wêneyên terman hatine girtin lê di bin çavdêriyeke tund de ne.

 Paşê radestî aliyên têkildar hatine kirin qena radestî xizmên xwe bên kirin.

Lê helbet piştî ku testa DNAyê ji wan re bê kirin dê radestî malbatan werin kirin.

Dema ku ez li wir bûm, çend xizmên qurbaniyan bi mebesta wergirtina terman li wir bûn.

Yek ji wan ji Başûrê Kurdistanê bû ku ji bajarê Hannoverê yê Almanyayê hatibû, pismamekî wî di nav qurbaniyan de bû û dibêje ku 20 wêne nîşanî min dan û ez piştrast bûm ku pismamê min di nav qurbaniyan de ye.”

Zinar Şîno da zanîn ku polîsan 35 term dîtine û hewldanên seba dîtina termên din jî didomin û berdewam kir:

“Em li bajarokê Rochelleyê ne. Roja şemiyê dê xwepêşandanek were lidarxistin da ku zextê li hikûmetê bikin ku reftareke çêtir bi koçberan re bike û her wisa li deryayê jiyana koçberan de biparêze.

Dîsa herwisa di medyayan de jî gilî li Hikûmeta Îtalyayê tê kirin ku bi qederê pêwîst bi hawara koçberan ve naçe û çênabe di demekê de ku keştiyên xelaskirinê hene, qeyikên masîgiran bi hawara koçberan ve herin.”

Zinar Şîno diyar kir ku 11 ji 76 kesên di keştiya binavbûyî de filitîne û yek ji wan ji Sûriyeyê ye, yek jî Tirkmen e û ji Kerkûkê ye.

Her wiha 9 kesên din jî Kurd in ku şeş ji Rojhilatê Kurdistanê û 3 jî ji Herêma Kurdistanê ne.

Rêwîtiya ber bi mirinê ve

Dîmenên kêliyên herî dawî yên koçberên Kurd gihabûn ber destê me û bêyî ku haya wan ji qedera wan hebe bi kilameke Kurdî ber vi mirinê ve diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst