Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya herêmî îro ragihand ku li qeraxên Mid North Coastê yên eyaleta New South Walesê ya Awistralyayê 400 hezar îstirîdyeyên (şeytanokên avê) biçûk hatine dizîn.
Li gorî nûçeya ABC Newsê, ji qada şirketa "Latitude 31 Oysters"ê ya li girava Oxleyê 320 tûrikên ku îstirîdye di wan de bûn hatine dizîn.
Xwediyê qadê Ryan Freeman doh serê sibehê gava ji bo amadekirina îstirîdyeyên sersalê çûye ser karê xwe bi vê diziyê hesiyaye.
Ryan Freeman li ser vê bûyerê got, "Me dît ku alavên me yên avjeniyê û amûrên me winda ne."
Polîsan destnîşan kir ku bihayê îstirîdyeyên hatine dizîn nêzîkî 350 hezar dolarên Awistralyayê (233 hezar dolar) ye.
Lê belê Freeman diyar kir ku zerera îstirîdye û alavên wan bi hev re digihîje 400 hezar dolarî (266 hezar dolar).
Bandora li ser sersalê
Ryan Freeman eşkere kir ku ji sedî 80yê îstirîdyeyên hatine dizîn ji bo firotina dema sersalê hatibûn amadekirin.
Wî da zanîn ku ew di vê serdemê de bi gelemperî di navbera 35 hezar û 40 hezar duzîne îstirîdye difiroşin.
Freeman diyar kir ku dibe dizekan ji ber nêzîkbûna dema firotinê ev berhem dizîbin.
Sêyeka hemû berheman çû
Bi vê diziyê re sêyeka hemû îstirîdyeyên qadê ji dest çûne û dema wan nîne ku îstirîdyeyên nû peyda bikin.
Polîsan ji bo dîtina dizekan lêpirsîn da destpêkirin û bangî xelkê kir ku heke agahî yan jî dîmenên wan ên kamerayan hebin alîkariyê bidin tîmên lêkolînê.


