Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê ji bo hilbijartinên encûmenên şaredariyan, herêman û parlamentoya Swêdê amadehî tên kirin.
Komek namzedên Kurd di lîsteyên cuda de beşdar dibin ku di nav wan de hunermend Tara Resûl jî heye û di lîsteya Partiya Sosyal Demokratê de ye.
Hilbijartinên Swêdê 13ê Îlona 2026an tên lidarxistin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, 52 Kurd di lîsteyên cuda de namzed in.
"Cihê serbilindiyê ye"
Hunermenda Kurd Tara Resûlê ku bi xwe jî namzed e ji Rûdawê re got:
"Demeke dirêj e ez li Swêdê dijîm û ji 2006an ve endama Partiya Sosyal Demokratê ya Swêdê me.
Salên borî ez ji bo hilbijartinên şaredariyan namzed bûm.
Cihê serbilindiyê ye ku îsal partiya min bawerî da min ku ez ji bo desteya birêvebirina herêman a li bajarê Stockholmê bibim namzed.
Wekî Kurdekê em serbilind in ku em bûne cihê baweriya Swêdê.
Rast e beşdarbûna me ya di hikûmetê de xizmetkirina ji bo Swêdê ye lê her Kurdê ku bibe namzed, dibe pireke pêwendiyê ya di navbera Kurdistanê û vî welatî de.
Min jî her tim kariye ji aliyê hunerî û siyasî ve dengê xelkê bigihînim, bi taybetî di demekê de ku welatê me di rewşên dijwar û şeran re derbas bûye."
Li Swêdê îsal hilbijartinên parlamento, herêm û şaredariyan di heman demê de tên kirin.
Dengder dikarin li binkeya herî nêzîk dengê xwe bidin.
"Dê dengê Kurdan xurttir bibe"
Bendî Kemal, namzedekî din ê Kurd e di heman partiyê de Rûdawê re got:
"Salek e ez bûme endamê Partiya Sosyal Demokrat. Ez xelkê Derbendîxanê me û ji 4 saliya xwe ve li bajarê Stockholmê dijîm.
Ev beşdarbûn dê ji bo Kurdên diyasporayê gelekî bikêrhatî be û dê bibe sedema xurtbûna pêwendiyan û gihandina dengê Kurdan a li Swêdê."
Di hilbijartinên Swêdê de karta dengdanê bi rêya posteyê an jî di sandoqên posteya dîjîtal re ji xelkê re tê şandin.
Li ser kartê hatiye nivîsandin bê dê kesê dengder li kîjan binkeya dengdanê dengê xwe bide û lîste bi rengên cuda ji hev hatine cudakirin.
Sîstema dengdanê ya Swêdê
Hejmara niştecihên Swêdê 10 milyon û 610 hezar û 500 kes e.
Parlamentoya Swêdê ji 349 kursiyan pêk tê û ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstî bi dengê nîvî zêdetirî yekê (ji sedî 50+1) heye.
Rapirsî didin zanîn ku Sosyal Demokrat dikarin nêzîkî ji sedî 33yê dengan bi dest bixin.


