Hewlêr (Rûdaw) - Li Îslamabada paytexta Pakistanê, di şewata li beşa pitikan a nexweşxaneyeke mezin a hikûmetê de herî kêm 14 pitik mirin.
Rayedaran ragihand ku agir îro bi dema herêmî demjimêr 07:00an (02:00 GMT) li qata sêyem a Beşa Tenduristiya Dayîk û Zarokan a Enstîtuya Zanistên Bijîşkî ya Pakistanê (PIMS) derketiye.
Wê demê 15 pitik li wê beşê dihatin dermankirin.
Birêvebiriya Îslamabadê destpêkê ragihandibû ku agir di demeke kurt de hatiye kontrolkirin û 14 pitikên ku bi giranî şewitîne veguhastina beşa lênihêrîna hûr.
Lê belê pişt re ofîsa Serokwezîr Şahbaz Şerîf mirina wan 14 pitikan ragihand.
Sedema şewatê çi ye?
Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê ya Pakistanê, berdevka PIMSê Dr. Anîza Celîlê diyar kiriye ku şewat ji ber karebayê derketiye.
Di nûçeyên medyaya herêmî de hat gotin ku dibe ku xerabûna sîstema klîmayê ya nexweşxaneyê bûbe sedema êgir.
Serokwezîr daxwaza lêpirsînê kir
Şahbaz Şerîf ferman da ku li ser bûyerê demildest lêpirsîn dest pê bike û got:
“Rewşeke wiha ya ku zarok tê de ne nayê vegerandin. Divê sedemên bûyerê bi hûrgilî werin vekolîn, berpirsiyar werin diyarkirin û karên herî tund ên yasayî werin kirin.”
Komîteya lêkolînê hat avakirin
Birêvebiriya Îslamabadê komîteyeke lêkolînê ava kir da ku sedemên şewatê diyar bike.
Ew komîte dê lêkolînan bike bê ma sersarî yan kêmasiya di pergalên ewlehiyê yên nexweşxaneyê de bûye sedema mirina pitikan an na û dê berpirsiyaran diyar bike.


