Ahenga herî mezin a Newrozê ya diyasporayê li Kolnê tê lidarxistin

22-03-2025
RÛDAW
Nîşan Newroz Koln Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ahenga herî mezin a Newrozê ya  diyasporayê li bajarê Kolnê yê Almanyayê tê lidarxistin.

Konfederasyona Kurdên Diyaspora îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê ahengeke mezin a Newrozê li dar dixe.

Armanca ahengê ji bilî pîrozkirina Newrozê, bi dirûşma “Mil bi mil dil bi dil” piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye jî.

Kurd ji seranserê Ewropayê çûne wî bajarî û bi çalakiyên cûrbecûr beşdarî ahenbgê dibin.

Ji beriya hefteyekê ve gelek kesan li wê deverê hotel girtin an jî pêwendî bi kes û kar û nasên xwe yên li herêma Nordrhein-Westfalenê re kir ji bo ku li cem wan bimînin û bi hev re biçin cejna Newrozê.

Ahengê saet 14:30î bi dema bi fermî dest pê kir û dê heta saet 21:00an berdewam bike.

Gelek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Newroza li Kolnê dibib û dê stranên xwe bibêjin.

Rûdaw di dirêjahiya ahengê de bi pêşkeşkariya Dilbixwîn Dara û nûçegihanên Rûdawê weşaneke taybet dike.

Di ahengê de bi dirûşma "Dil bi dil û mil bi mil" piştgirî ji Rojavayê Kurdistanê re tê kirin.

Aheng bi sirûda Ey Reqîbê dest pê kir.

Di aghendê de Birêvebirê Ahenga Newrozê ya li Kolnê Akîf Hesen, Alîkarê Serokê Komeleya Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî, Serperiştiyarê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî û Birpirsê Revanda Kurdistanê Îsmaîl Kamil dê biaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst