Sînorên di navbera Fransa û Almanyayê de tên tundtirkirin

Duh li 07:09
Hêmin Ebdullah
Ji ber lîstikên Olîmpiyadê xalên kontrolê yên tund li ser sînorê Fransa-Almanyayê tên danîn / Wêne: Arşîv
Ji ber lîstikên Olîmpiyadê xalên kontrolê yên tund li ser sînorê Fransa-Almanyayê tên danîn / Wêne: Arşîv
Nîşan Fransa Almanya Sînor Lîstikên Olîmpiyadê
A+ A-

Dusseldof (Rûdaw) - Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê diyar kir ku dê di dema lîstikên Olîmpiyadê yên li Parîsê de, xalên kontrolê li ser sînorên Almanya û Fransayê werin danîn.

Ev jî ji bo garantîkirina wê yekê ye ku kesek ji Almanyayê bi dizî derbasî Fransayê nebe ku li wir karên terorîst an tevliheviyan çêneke.

Tê gotin ku lîstikên olîmpîk ji roja 26ê vê heyvê heta 11ê Tebaxê li Parîsê bidomin.

Tê çaverêkirin jî ku 16 milyon kes herin Parîsê û lîstikan bibînin.

Lewra jî wezaretên navxweyî yên Fransa û Almanyayê biryar daye ku di vê heyamê de ji bo kontrolkirina sînoran hevkariyeke zêdetir bi hev re bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst