Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyên di medyaya Lîbyayê de li rojhilatê welêt 10 kes bi guleyan hatine kuştin.
Televîzyona El-Mesarê ya ku bi nêzîkbûna xwe ya li gel birêvebiriya li rojhilatê Lîbyayê tê naskirin nûçeyek belav kir.
Di nûçeyê de daxuyaniya Serdozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî ya girêdayî pêşengê hêzên çekdar Xelîfe Hafter cih girt.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 10 kesên ku bi tohmeta "encamdana sûcên terorê" sûcdar hatine dîtin hatine gulebarankirin.
Li gorî nûçeyê, Dadgeha Bilind a Leşkerî biryara kuştina wan a bi guleyan daye.
Li hêla din, di nûçeyên medyaya li rojavayê Lîbyayê de hat gotin ku bingeha qanûnî ya van kuştinan nîne.
Medyaya li rojava destnîşan kir ku ev kuştin li derveyî yasayan hatine kirin.
Rewşa Lîbyayê
Lîbya piştî guherîna rejîmê ya 2011an (Qedafî hatibû kuştin) bêyî otoriteyeke navendî tê birêvebirin û welat bûye du beş.
Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya ku navenda wê li Trablusê ye û di qada naveneteweyî de tê naskirin li rojavayê welêt serdest e.
Li rojhilatê Lîbyayê jî birêvebiriyeke cuda heye ku hêzên girêdayî Xelîfe Hafter piştgiriyê didinê.



