Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniya rayedaran, îro serê sibê bi dronên Ukraynayê li başûrê Rûsyayê êrişek hatiye kirin û di vê êrişê de 2 zarok mirine û 7 zarok birîndar bûne.
Parêzgarê herêma Krasnodarê Veniamin Kondratyev bi rêya Telegramê ragihand:
"Parçeyên dronekê li Krasnodarê li navendeke taybet a zarokan ketin, mixabin 2 zarokan jiyana xwe ji dest da."
Kondratyev diyar kir ku 7 zarokên din û 2 mezin jî birîndar bûne û piştî ketina dronê agir bi depoyekê ketiye.
Agir bi depoya Ozonê ket
Şirketa "Ozon"ê jî ragihand ku piştî êrişa bi dronan a li bajarê Krasnodarê li yekê ji navendên wan ên lojîstîk "agirekî mezin" derketiye.
Şirketê amaje pê kir ku di vê bûyerê de kes birîndar nebûye.
Ev sê roj in ku depoyên vê platformê bi awayekî li ser hev dibin hedef.
Ukraynayê berê ragihandibû ku ew dê li dijî binesaziya Rûsyayê pêngaveke berfirehtir bidin destpêkirin.
Zererên bi milyaran dolaran
Ukraynayê berê depoyên şirketa Rûsyayê ya bi navê "Wildberries"ê jî kiribûn hedef.
Ukraynayê ew şirket tohmetbar kiribû ku perçeyên leşkerî dide artêşê.
Ji ber ku parastina van depoyan li gorî hedefên leşkerî kêmtir e, di encama lêdanan de bi milyaran dolaran zerer çêbûye.
Moskowê ev êrişên ku "binesaziya sivîl" dikin armanc şermezar kirin.
Ev 4 sal in ku Rûsya û Ukrayna şer dikin û di vî şerî de bi deh hezaran kes mirine û gelek bajar bi temamî wêran bûne.



