Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku Washington dê îro li dijî Îranê "êrişa darayî ya herî mezin a dîrokê" ragihîne.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent doh êvarî li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir.
Bessent di daxuyaniya xwe de got: "Serok Trump şiyanên leşkerî yên Îranê ji hev xistin, ji sedî 100î kargehên wê yên leşkerî wêran kirin û bernameya wê ya nukleerê di nav rûpelên dîrokê de veşart.
Niha em dikevin qonaxa 'dawiya lîstikê' (endgame). Bi sibe re 'D-Daya aborî' dest pê dike, ev êrişa darayî ya herî mezin e ku heta niha di carekê de li dijî neyarekî hatiye kirin."
Bessent destnîşan kir ku Tehranê heta niha bi rêya siyaseta şantajê hebûna xwe parastiye lê êdî bi Serok Trump re ev dewr bi dawî bûye.
Wî her wiha got ku divê kesên ku li dijî Tehranê derdikevin, berdêla ceribandina Washingtonê ji ber çavan dûr nexin.
“Rehên aborî dê werin birîn”
Bessent diyar kir ku Serok Trump hemû sazî û raye xistine dewrê û pê de çû:
"Armanca me ew e ku heta Tehran bi temamî bi tenê bimîne, em hemû rehên aborî yên ku vê rejîma zordar li ser pêyan dihêlin bibirin."
Wezîrê Amerîkayê hişyarî da welatên din jî û anî zimên: "Her welatê ku ji bo rejîmeke li ber rûxînê ye wekî reha darayî kar bike, bila li benda îzolasyonê be."
Ev ziman bi awayekî rasterast hikûmetên biyanî yên ku hîn li gel Tehranê kar dikin hedef digire.
Berê jî li ser "cezayên duyemîn" ên li dijî welat û saziyên ku li gel Îranê bazirganiyê dikin hişyarî hatibûn dayîn.
Di vê navberê de divê were gotin ku "D-Day" têgiheke leşkerî ye ku ji bo destnîşankirina "dema teqez a destpêkirina êrişeke stratejîk an jî operasyoneke bi dizî" tê bikaranîn.
Berteka Îranê
Îranê li beramberî van daxuyaniyan hişyarî da welatên cîranên xwe yên li Kendavê ku tevlî pêngavên aborî yên Amerîkayê nebin.
Di heman demê de Îranê kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê xurt kir.
Sekreterê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rezayî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî.
Rezayî diyar kir ku eger welatên cîran tevlî cezayan bibin ew dê berjewendiyên wan bikin hedef û got:
"Her welatê ku di sepandina sînorên aborî de bibe hevpar, em dê wekî ku dijmin be li hemberî tevbigerin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakqî jî gefên nû yên Amerîkayê wekî "hewldaneke bê hêvî" pênase kirin û angaşt kir ku ev kiryarên Amerîkayê jî dê “wekî dorpêçên din bi ser nekevin.”


