Swîsre - Li Lozanê Mala Kurdan hat vekirin

2 demjimêr berê
Mihemed Emîn Demir
Li Lozanê Mala Kurdan hat vekirin/Wêne: Rûdaw
Li Lozanê Mala Kurdan hat vekirin/Wêne: Rûdaw
Nîşan Lozan Mala Kurdan Swîsre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Komeleya Mala Kurdan hat vekirin

Navenda Komeleya Mala Kurdan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku berî 100 salan hêviyên Kurdan ên dewletbûnê hatibûn şikandin bi merasîmekê hat vekirin.

Merasîma vekirina navenda Komeleya Mala Kurdan e li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku berî 100 salan hêviyên Kurdan ên dewletbûnê hatibûn şikandin.

Komeleya Mala Kurdan a ku sala 2022yan ji aliyê hejmarek Kurdên Bakurê Kurdistanê ve hatibû avakirin, navendeke nû vekir.

Nivîskar Necat Zivîngî di merasîmê de semînerek pêşkêş kir û behsa girîngiya hevkariya Kurdan kir.

“Eger em bi hev re kar nekin em nikarin bi ser bikevin”

Nivîskar Necat Zivingî got, “Îro ev mînakek biçûk e vekirina Mala Kurdan li vê derê nîşaneya karkirinê ye.

Eger em bi hev re kar nekin wê çawa çêbibe. Belkî her yek ji me bi dilsozî bi fedakarî gelek karan bikin lê di netîcestandinê de mixabin em dê bi ser nekevin.”

Hunermendê Efrînî Cengîz jî di merasîma vekirina komeleyê de konserek da.

Endamê rêveberiya komeleyê Hesen Parlak jî dibêje, dê ji bo Kurdên li dîasporayê xizmetên girîng û hêja bikin.

“Em ji bo gelê Kurd û Kurdistraneke azad kar dikin”

Endamê Rêveberiya Komeleya Mala Kurdan Hesen Parlak wiha anî ziman:

“Em ji bo gelê Kurd û Kurdistraneke azad kar dikin.

Hêvî û baweriya me heye ku dê Mala Kurdan li vê diyasporayê, Swîsreyê tiştên baş û rind derxîne holê.”

Komeleya Mala Kurdan sala 2022yan li bajarê Lozanê yê Swisreyê hat vekirin û bi taybetî ji bo Kurdên li diyasporayê xizmetên fêrkirina zimanê Kurdî û çand û hunerê pêşkêş dike.

Herwiha komele piştgiriya xwendekarên Kurd jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst