Hewlêr (Rûdaw) – Swêdê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku Supaya Pasdaran a Îranê bixe listeya terorê.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand, “Me ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku Supaya Pasdaran bixe listeya terorê.”
Kristersson diyar kir ku wan ev xwesteka xwe bi awayê fermî pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kiriye û got:
“Em dixwazin Yekîtiya Ewropayê rola wêranker a Supaya Pasdaran a li herêmê û zêdebûna çalakiyên wê yên li Swêd û Ewropayê bi awayekî micid binirxîne.
Yekane encama meqûl ew e ku (Supaya Pasdaran) tev li rêzikeke hevpar a terorê were kirin.”
Sapo (Teşkîlata Îstixbaratê ya Swêdê) Îranê bi wê yekê tohmetbar dike ku çeteyên tawanan ên li Swêdê teşwîq dike da ku li hemberî Îsraîlê çalakiyên tundiyê zêde bikin.
Par 3 caran êrişî Balyozxaneya Îsraîlê ya Stokholmê hat kirin.
Di nava 6 mehên borî de jî 2 caran êrişî şirketeke leşkerî ya teknolojîk a Îsraîlê hat kirin.
Ji bo ku kesek an saziyek li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê were zêdekirin divê yek ji 27 welatên endam bi rêya darazê biryarê bide.
Yekîtiya Ewropayê, Îranê tohmetbar dike ku zextê li xwenîşanderan dike, çekan ji Rûsyayê re dişîne, mûşekên balîstîk berdide Îsraîlê û piştgiriyê dide milîsên li Rojhilata Navîn.
Li hêla din, tê gotin ku Almanya, Fransa û Holenda jî piştgiriyê didin ve yêkê ku Supaya Pasdaran tev li lîsteya terorê bê kirin.
Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Parlamentoya Ewropayê jî piştgiriyê didin vê fikrê.
Supaya Pasdaran
Supaya Pasdaran piştî “Şoreşa 1979an” ji aliyê Ayetulah Xumeynî ve hat damezirandin.
Armancê wê ew e ku sîstema Îslamî ya Îranê ji metirsiyên navxwe û derve biparêze.
Supaya Pasdaran ji dema avabûna xwe ve ne wekî parçeyekî artêşa Îranê tev digere û bi saya piştgiriya Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî hêza xwe zêdetir dike.
Supaya Pasdaran ji beşên, “Hêzên Bejahî, Hêzên Asmanî, Hêzên Deryayî, Hêza Berxwedêr a Besîcê û Hêza Qudisê” pêk tê.
Hêza Berxwedêr a Besîcê zextê li mixalefetê dike û “rêzikên exlaqî” kontrol dike.
Hêza Qudisê li welatên din bi awayekî nepen operasyonan dike û piştgiriyê dide komên çekdar ên li welatên din.
Hizbulaha Libnanê, Hemas û Hûsiyên Yemenê wekî komên Supaya Pasdaran tên nirxandin.
Li gorî texmînan 125 hezar leşkerên Supaya Pasdaran hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse