Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka ji Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî xwest ku hesap ji milîsên girêdayî Îranê bipirse.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hewlên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên ji bo herêma Curf Sexrê (Curf el-Nesr) ji Rûdawê re axivî.
Berdevk diyar kir ku Washington li bendê ye Elî Zeydî hesap ji wan milîsên girêdayî Îranê bipirse ku beşdarî tundî û çalakiyên têkdana aramiyê dibin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiv da pirsa Nûnertiya Washingtonê ya Rûdawê ya li ser aloziya li Curf Sexrê da û got:
“Amerîka li bendê ye ku Serokwezîr Zeydî hesap ji wan milîsên girêdayî Îranê bipirse ku li seranserê Îraqê û tevahiya herêmê beşdarî tundî û çalakiyên têkdana aramiyê dibin.”
Berdevk da zanîn ku ew milîs bi awayekî çalak serweriya Îraqê qels dikin, zererê didin aboriya welêt û bi rêya bertîl û gendeliyê çavkaniyên Îraqê ji bo berjewendiyên xwe û yên rejîma Tehranê bi kar tînin.
Mohleta Zeydî û redkirina vekişînê ji aliyê Lîwayên Hizbulahê ve
Ev daxuyaniya Washingtonê piştî wê yekê hat ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî roja duşemê heta roja îniyê mohlet da Lîwayên Hizbulaha Îraqê da ku herêma Curf el-Sexrê vala bikin û rê bidin ku artêşa Îraqê derbasî herêmê bibe.
Hikûmetê komîteyeke lêkolînê ava kiribû û piştî ku wê komîteyê qaçaxçîtî û diziya petrolê ya li herêmê piştrast kir, ev biryar hat dayîn.
Lê belê yek ji fermandarên Lîwayên Hizbulahê Ebû Talib Seîdî doh di daxuyaniyekê de got ku ew bi ti awayî ji herêmê venakişin û got:
“Xewna wan a li ser vekişîna lîwayan a ji Curf Sexrê dê pêk neyê, ev yek bi bihayê derbasbûna ji ser termên me be jî.”
Ebû Talib Seîdî Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack ji aloztirbûna rewşa herêmê berpirsyar girt û tohmetên diziya petrolê jî wekî “çêkirî” bi nav kirin.
Seîdî îdia kir ku piştî bi bangên radestkirina çekan nekarîn zextê li wan bikin, tohmetên diziya petrolê anîne rojevê.
Wî got ku dawiya meha Îlonê li ser çekên komê lihevkirinek çêbûye lê hikûmetê red kiriye ku wê eşkere bike.
Seîdî diyar kir ku ew di mijara rêlibergirtina xwînrijandinê de biryardar in.
Serdana bilez a Îsmaîl Qaanî ya Bexdayê
Piştî zêdebûna zextan, du çavkaniyên payebilind ên hikûmeta Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî şeva duşemê ber bi sêşemê ve bi awayekî lezgîn gihîştiye Bexdayê.
Li gorî çavkaniyan, Qaanî derdora saet 22:00an li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hevdîtineke ku zêdetirî saetekê ajot pêk anî.
Hat diyarkirin ku mijara sereke ya hevdîtinê Curf Sexr bûye.
Hat ragihandin ku Qaanî xwestiye pirsgirêk ne bi şer û pevçûnê lê bi rêya diyalogê bê çareserkirin lê Zeydî di hevdîtinê de li ser wê yekê israr kiriye ku “divê Hizbulaha Îraqê herêmê vala bike”.
Elî Zeydî ku di destpêka îsal de posta serokwezîriyê wergirtiye, hewl dide pêwendiyên li gel Washingtonê bi pêş bixe.
Li gorî çavkaniyên siyasî yên Îraqî, di pêwendiyên Zeydî yên bi Tehranê re de alozî heye.
Îdiaya dizîna rojane 20 hezar bermîl petrolê
Gavên siyasî û ewlehiyê yên Bexdayê piştî wê yekê hatin avêtin ku agahiyên ji parlamentoyê hûrgiliyên diziya petrolê ya li herêma Curf Sexrê derxistin holê.
Li gorî wan agahiyan, ji sala 2021ê ve xeta sereke ya boriyê ya ku petrola başûr vediguhêze parzûngehên Dûre û Bêciyê li herêma Curf Sexrê hatiye qulkirin û ji wir rojane nêzîkî 20 hezar bermîl petrol tê dizîn.
Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê Bînas Elî Doskî roja duşemê ji Rûdawê re gotibû, tevî ku li herêmê bîrên petrolê nînin jî xeta sereke ya boriyê hatiye qulkirin û Lîwayên Hizbulahê jî li herêmê ne.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî jî doh sêşemê piştrast kir ku li herêmê diziya petrolê tê kirin.
Ebûdî diyar kir ku tomarên kamerayên Wezareta Karên Navxwe û raporên îstixbaratî dizîna çavkaniyên niştimanî îsbat dikin û got:
“Hikûmetê ji bo ku her alî û destêwerdaneke ku bi vê çavkaniya stratejîk dilîze ji herêmê paqij bike, planeke berfireh amade kiriye.”


