Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Durenê yê eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê, Vesîle Akina 35 salî ya ji Mêrdînê ji aliyê hevjînê xwe Ferhad Akin ve bi kêran hat kuştin.
Tohmetbarê ku li ser bûyerê hatibû desteserkirin hat girtin û 5 zarokên wan jî ku 4 ji wan keç in ji aliyê Daîreya Ciwanan (Jugendamt) ve hatin parastin.
Bûyer 9ê Çiriya Paşîn li bajarê Durenê yê Almanyayê rû da û di encamê de Vesîle Akina 35 salî mir.
Li gorî îdiayan, Ferhad Akinê 36 salî yê ku li ser wî biryara dûrxistinê hebû bi kêran êrişî hevjîna xwe Vesîle Akinê kiriye.
Hat diyarkirin ku gelek derbên kêrê li sîngê Vesîle Akinê ketine û ew bi birîndarî û di rewşeke giran de rakirine nexweşxaneyê lê heman rojê miriye.
Tohmetbar Ferhad Akinê ku piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyabû piştî demeke kurt ji aliyê polîsan ve hat girtin û desteserkirin.
Hat eşkerekirin ku cihê gumanbar bi rêya telefona wî ya destan hatiye tesbîtkirin, piştre ew derxistine pêşberî dadgehê û bi biryara dadgehê hat girtin û şandin girtîgehê.
Cenazeyê wê li Stenbolê hat veşartin
Cenazeyê Vesîle Akinê ji Almanyayê anîn Tirkiyeyê û ji bo wê li Mizgefta Kanarya Haci Osman Dereliyê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê merasîma cenazeyê hat lidarxistin.
Piştî merasîma ku malbata wê û gelek kes beşdar bûn, cenazeyê Vesîle Akinê li ser milên jinan hat hilgirtin û li Goristana Bajar a Yenî Kayabaşiyê hat veşartin.
Zarok ketin bin parastina dewletê
Hat zanîn ku 5 zarokên Vesîle û Ferhad Akin hene ku 4 ji wan keç in û temenê wan di navbera 4 û 16 salan de ye.
Piştî mirina dayîka wan û girtina bavê wan, zarok ji aliyê Daîreya Ciwanan (Jugendamt) a Almanyayê ve hatin parastin.
Hat ragihandin ku zarok li wargehekê hatine bicihkirin û rêkarên li ser lênihêrîna wan didomin.
Her wiha hat diyarkirin ku di vê qonaxê de birayê Vesîle Akinê lênihêrîna zarokan girtiye ser xwe.
Berê ji ber tundî û gefan serî li polîsan dabû
Li gorî agahiyên di medyayê de cih girtine, Vesîle Akinê Kanûna Pêşîna 2025an bi hinceta ku rastî tundî û gefên hevjînê xwe hatiye serî li polîsan daye.
Hat diyarkirin ku li dijî Ferhad Akin bi îdiayên lêdan û gefxwarinê lêpirsîn hatiye destpêkirin û tedbîrên dûrxistinê li hemberî wî hatine sepandin.
Hat veguhastin ku Vesîle Akinê ji ber metirsiya li ser jiyana xwe li gel 5 zarokên xwe demekê li mala parastina jinan a li bajarê Euskirchenê maye û piştre çûye cihekî din.
Pêvajoya dersînorkirina tohmetbar jî di rojevê de ye
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Almanyayê de, Ferhad Akin di çarçoveya Peymana Dublînê de Adara 2026an şandine Xirwatistanê.
Lê belê hat diyarkirin ku Akin piştî nêzîkî du mehan careke din vegeriyaye eyaleta Nordrhein-Westfalenê û li Almanyayê dîsa serlêdana penaberiyê kiriye.
Hat îdiakirin ku dawiya Îlona 2026an biryara derketina ji welêt jê re hatiye ragihandin û 15ê Çiriya Pêşîn jî rêkarên dersînorkirina wî hatine destpêkirin.
Hat ragihandin ku ji 5ê Çiriya Paşîn ve ji bo şandina Ferhad Akin a Xirwatistanê rêkar dihatin meşandin lê 9ê Çiriya Paşîn Vesîle Akin hatiye kuştin.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.



