Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger û çalakvanê Kurd ê ji Êrîvanê Boris Murazi Tamoyan bû mêhvanê Rûdawê û hûrgiliyên pevçûna xwe ya di weşana zindî ya Televîzyona Giştî ya Ermenistanê de vegotin.
Di weşana zindî ya televîzyona fermî ya Ermenistanê de, di navbera Boris Murazi û şîrovekar û siyasetmedarekî Ermenî de li ser mijara guhertina destûra nû ya Ermenistanê nîqaşeke tund derketibû.
Piştî ku siyasetmedarê Ermenî gotinên giran û nexweş li ser malbat, dê û bavê wî kirin, Murazi bi hêrs çû ser wî û di nav studyoyê de pevçûn derket.
Piştre tîmên ewlehiyê û karmendên studyoyê her du alî ji hev cuda kirin û siyasetmedarê Ermenî ji studyoyê hat derxistin.
Dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî bi milyonan caran hatin dîtin.
Murazi ji Rûdawê re tekez kir ku sedema sereke ya bûyerê ne Kurdbûn an Ermenîbûn bûye, guhertina destûra Ermenistanê bûye ku li ser daxwaza Azerbaycanê tê kirin.
"Mijar ne nasnameya min a Êzidî û ne jî Ermenîbûna wî bû"
Boris Murazi diyar kir ku pirsgirêk li ser wê yekê bûye ku hikûmeta Ermenistanê dixwaze destûra bingehîn biguhere.
Ev guhertin ji aliyê hikûmeta Azerbaycanê ve hatiye xwestin û serweriya Ermenistanê lawaz dike.
Murazi li ser vê yekê got, "Piştî şerê Nagorno-Qerebaxê ku Ermenistan têk çû, hikûmetê gav bi gav tavîz dan. Nagorno-Qerebax radest kir, rêya ber bi Îranê û hin gund radestî Azerbaycanê kirin û niha jî Azerbaycan dibêje divê hûn destûra xwe biguherin."
"Hikûmeta Ermenistanê di bin bandora Tirkiyeyê de ye"
Li ser helwesta hikûmeta Ermenistanê ya li hemberî Tirkiye û Azerbaycanê jî Murazi anî zimên ku piştî şer hikûmeta nû ketiye bin bandora her du welatan û got:
"Tirkiye û Azerbaycan dibêjin divê hûn destûrê biguherin û Tirkiye her wiha daxwaz dike ku Ermenistan êdî li dadgehên navneteweyî û welatên cîhanê pirsa komkujiya Ermeniyan bilind neke. Hikûmeta Ermenistanê jî bi vê yekê razî dibe."
Murazi amaje bi rewşa siyasî ya navxweyî ya Ermenistanê jî kir û da zanîn ku xelkê Ermenistanê ji siyaseta hikûmetê ne razî ye.
Wî eşkere kir ku di hilbijartinên 6 meh berê de partiya desthilatdar ji sedî 50 kêmtir deng bi dest xistine û gel nerazîbûna xwe nîşan daye.
Ji ber vê yekê, di parlamentoyê de dengên hikûmetê têrê nakin ku destûrê biguherin û pêdiviya wan bi 6 dengên din ên mixalefetê heye.
Televîzyonê lêborîn xwest
Li ser bûyerên piştî girtina kamerayan, Boris Murazi diyar kir ku bername bi dawî bûye û birêvebiriya Televîzyona Giştî ya Ermenistanê lêborîn jê xwestiye.
Murazi sedema vê yekê wiha vegot:
"Wan jî dît ku mêhvanê wan sînorên mirovatiyê derbas kirine û neheq bû. Di wê bernameyê de min îdiayên bihêz ên wekî gotinên serokwezîr û serkirdeyên partiya hikûmetê anîn zimên ku îspat dikirin guhertina destûrê li ser daxwaza Azerbaycanê ye. Li hemberî wan îdiayan ti gotineke wan nebû."
Projeya naskirina Enfalê di parlamentoya Ermenistanê de
Rojnamegerê Kurd eşkere kir ku ew zêdetirî du salan li Herêma Kurdistanê jiyaye.
Murazi diyar kir ku wekî kesekî ku dîroka Kurd û Ermeniyan baş dizane, niha li gel hin partiyên di parlamentoya Ermenistanê de ji bo naskirina komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdan dest bi projeyekê kiriye û got:
"Me projeyek daye destpêkirin da ku partiyên di parlamentoya Ermenistanê de naskirina komkujiya Enfalê ya Kurdan bixin rojevê.
Niha ez li gel du partiyan axivîme û min belgeyên li ser komkujiyê radestî wan kirine."
Hejmara Kurdan li Ermenistanê
Boris Murazi li ser pirsa hejmara Kurdan a li Ermenistanê, da zanîn ku li gorî serjimêriya ku berî nêzîkî 7 salan hatiye kirin, niha tenê çend malbatên Kurdên Misilman li Ermenistanê mane û nêzîkî 35 hezar Kurdên Êzidî li wî welatî dijîn.
Wî diyar kir ku piraniya Kurdên Misilman di salên 90î de ji ber hin pirsgirêkan koçî derveyî welêt kirine.
Pêwendiyên Ermenistan û Herêma Kurdistanê
Boris Murazi di dawiya hevpeyvînê de bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên germ ên di navbera gelê Kurd û Ermenî de.
Murazi tekez kir ku derfeteke baş heye da ku pêwendî û dan û standinên di navbera Ermenistan û Herêma Kurdistanê de xurttir bibin.
Wî got ku zêdebûna hat û çûnê dê bibe alîkar ku her du gel zêdetir hay ji dîrok û rewşa hev bibin û hat û çûna Kurd, Êzidî û Ermeniyan hêsantir bibe.


