Kurdek ji bo bibe karsazê herî baş ê Holendayê hevrikiyê dike

14-09-2024
Hêmin Ebdullah
Çiya Baban bû mêvanê bernameya Diyasporayê
Çiya Baban bû mêvanê bernameya Diyasporayê
Nîşan Çiya Baban Karsazê Kurd Holenda Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Karsazekî Kurd ê serkeftî ku li Holendayê wekî Nero de Boer tê naskirin, gihîşt asta pêşbirkê û beşdarî pêşbirka herî baş a karsaziyê bû.

Ew di heman demê de endamê meclîsa şaredariya bajarê xwe ye.

250 kes beşdarî pêşbirkê bûne û ji wan dê 10 kes werin hilbijartin.

Di pêşbirkê de karsazê Kurd Çiya Baban di nava 3 kesên herî serkeftî de cih girt û bû duyemîn.

Çiya Baban di warê berberiyê de karsaz e.

Berî 10 salan dikaneke berberiyê vekiriye ku 5 şaxên wê hene û 18 kes tê de dixebitin.

Çiya Baban diyar kir, ji bo serketinê pir girîng e ku mirov ji karê dike hez bike.

Çiya Baban 2 sal in endamê meclîsa Şaredariya Ermeloyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst