PEKÎN – Xebatkarekî balyozxaneya Îsraîlê hat birîndarkirin

13-10-2023
Nîşan Balyozxaneya Îsraîlê Pekîn Xebatkar Îsraîl Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xebatkarekî balyozxaneya Îsraîlê, li Pekîna paytexta Çînê bi kêrê hat birîndarkirin.

Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand, “Îro xebatkarekî balyozxaneya Îsraîlê, li Pekînê rastî êrişekê hat.”

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ew xebatkar hatiye dermankirin û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Herwiha amaje pê hat kirin ku êriş ne li balyozxaneyê bûye û lêkolînên li ser bûyerê didomin.

Li aliyê din, dîmênên kêliya êrişê di torên civakî de belav bûn.

Di dîmenan de xuya dibe ku kesek bi kêrê êrişî wî karmedî dike û piştî ku wî birîndar dike ji cihê bûyerê direve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst