Rewşa Kurdan di navbera rastgir û dijberên nijadperestên Brîtanyayê de

11-08-2024
Hêmin Ebdullah
Rewşa Kurdan di navbera rastgir û dijberên nijadperestên Brîtanyayê de / Wêne: Ji dîmenan
Rewşa Kurdan di navbera rastgir û dijberên nijadperestên Brîtanyayê de / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Brîtanya Koçber Kurd Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Van rojan li Brîtanyayê diyasporaya Kurdî û civakên din ên koçberan di rewşeke dijwar de ne.

Rastgirên tundrew kampanyayeke tund li dijî koçber û misilmanan da destpêkirin, êrişî sazî, mizgeft û karsaziyên Kurd û ne Kurd kirin.

Vêga kampanyayeke xwepêşandana wan kesan dest pê kiriye ku dibêjin mijadperestiya li Brîtanyayê red dikin û li dijî wan kiryarên rastgiran in.

Bextiyar Mam Şêxê siyasetvan li Partiya Karkeran a desthilatdar li Brîtanyayê û endamê şaredariya şahane ya Kinsington û Chelseayê li ser vê mijarê bû mêvanê Diyasporayê.

Bextiyar Mam Şêxê ragihand ku bi dehan mizgeftên Kurdan li Brîtanyayê hene û ew di wan de mijûlî xizmetguzariyê ne û êrişa li ser penaberan jî di encama hin nûçeyên derewîn de pêk hat.

Bextiyar Mam Şêx got:

"Heya vêga ti êrişeke rasterast li ser Kurdên Brîtanyayê nehatiye kirin û hikûmet û polîsê Brîtanyayê jî bi tundî bersiva kampanyaya rastgiran didin û heta niha zêdetirî 10 rastgiran hatine cezakirin."

Bextiyar Mam Şêx got herwiha got:

"Heya vêga nêzîkî 200 kesî bi sûcê ku beşdarî kampanyayê bûne hatine girtin.

Her wisa polîsê Brîtanyayê nêzî 700 kesên ku destê wan di êrişên li dijî koçberan de heye, destnîşan kirine."

Bextiyar Mam Şêx diyar kir ku hikûmeta Brîtanyayê bi 22 milyar poundan kurtanîn di budceya îsal de kiriye, loma rewşa aborî dê bandorê li ser kampanyaya rastgiran bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst