Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a dewletê ya Rûsyayê (Tass) ragihand ku Rûsya û Ukrayna ji bo pevguhertineke din a mezin a dîlan amadehiyê dikin û rayedarên her du aliyan li ser lîsteyên kesên ku dê werin berdan dixebitin.
Komîsera Mafên Mirovan a Rûsyayê Yana Lantratovayê diyar kir ku ji bo pevguhertinê amadehî tên kirin û ji Tassê re got:
“Em pevguhertineke din a gelekî mezin amade dikin, lîste niha tên temamkirin.”
Pevguhertina dawî
Pevguhertina dawî ya mezin a dîlan 19ê Tebaxê hatibû kirin.
Wê demê bi navbeynkariya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), hem Rûsya û hem Ukraynayê 103 leşker berdabûn.
Ji dema ku şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kiriye ve (2022) her du aliyan çend caran dîlên şer bi hev guhertine.


