Dadgeha Holendayê 14 sal cezayê girtîgehê li koçberekî Kurd birî

10-08-2024
Hêmin Ebdullah
Dadgeha Holendayê 14 sal cezayê girtîgehê li koçberekî Kurd birî
Dadgeha Holendayê 14 sal cezayê girtîgehê li koçberekî Kurd birî
Nîşan Diyaspora Holenda Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw)  - Dadgeha bajarê Maastrichtê yê Holendayê 14 sal cezayê girtîgehê li koçberekî Kurd birî.

Sedem jî ji ber ku wî du tepsiyên rûn qelandibûn û bi laş û rûyên du xanimên Holendî rijandibû.

Berê dozgerê giştî ji bo koçberê ku xwe bi navê Tariq dabû naskirin, 7 sal cezayên girtîgehê xwestibû.

Lê di darizandina yekem de, dadwer di wê baweriyê de bû ku ketina Tariq ewqas mezin e ku divê 5 salên din jî herin ser girtina wî û bibin 12 sal.

Niha dadgeha temyîzê jî bawer dike ku ketin mezintir e û ji bilî 14 sal cezayê girtîgehê, biryar daye ku divê ew koçberê Kurd 109 hezar Euroyan jî wek qerebû bide her du xaniman.

Bûyer sala 2022yan li kampeke penaberan qewimiye.

Gelek caran daxwaza penaberiyê ya wî koçberê Kurd hatiye redkirin û jê re hatiye gotin ku dê ji wê kampê veguhezin kampeke din.

Wî jî di midbexa kampê de du meqilkên rûn sor kirine û bi qestî kaxezek şewitandiye ji bo ku alarma midbexê lêxe û karmendên kampê werin.

Her du jin karmend bûn û cara ewil yekê ji wan xwe bi lez gihandiye midbexê.

Kesê Kurd tavilê tepsiya rûn bi ser de rijandiye.

 Di pey re, hevkareke wê ya jin hatiye û wî jî tepsiya duyem pêde kiriye.

Li gorî vegotinên li dadgehê, yek ji qurbaniyan du rojan di komayê de maye.

Piştre jî çend neştergeriyên bedewkariyê ji her duyan re hatine kirin.

Koçberê Kurd li sûcê xwe mikur hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst