Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku eger rayedarên Sûriyeyê ji bo avakirina hikûmeteke giştgîr bixebitin û kêmîneyan biparêzin, dê beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Heger bipêşketineke zelal (diyarker) hebe dibe ku Yekîtiya Ewropayê dest bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê bike.”
Gotinên Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê rojekê piştî civîna wê ya bi wezîrên karên derve yên Brîtanya, Amerîka, Îtalya û Fransayê re li ser rewşa Sûriyeyê hatin kirin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê got:
“Me bi Fransa, Amerîka, Îtalya û Brîtanyayê re piştgiriya xwe ji bo avakirina hikûmeteke giştgîr û parastina kêmîneyan (li Sûriyeyê) dubare kir.”
Roja 27ê mehê wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê dê li Brukselê bicivin û dê çend pêşniyarên derbarê rakirina beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê nîqaş bikin.
Roja pêncşemê Nûnerê Taybet ê Almanyayê yê Karûbarên Sûriyeyê Stefan Schneck, piştî ku bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivî, ji medyayê re ragihand:
“Almanya dixwaze beşek ji cezayan rake, ne ew cezayên li ser Beşar Esed (serokê berê yê Sûriyeyê) û hevkarên wî lê ew cezayên ku têkilî bi sektora elektrîk, balafirgeh û vîzeyê ve hene da ku di avakirina welêt de bibin alîkar.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot roja sêşemê derbarê rakirina cezayan ji medyaya welatê xwe re anî ziman:
“Hinek ceza bi ser rejîma Esed û celadên rejîmê de hatine sepandin.
Niyeta me ya rakirina van cezeyan nîne.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot da zanîn:
“Hinek ceza hene ku gihandina alîkariyên mirovî yên Sûriyeyê zehmet kirine û asteng li pêşiya avakirina welêt jî çêdikin.
Ev ceza dikarin zû werin rakirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse