Joe Biden: 20ê Kanûna Paşîn ez dê erkê xwe radest bikim

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokê Amerîkayê Joe Biden Donald Trump Kamala Harris Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku wî ji Donald Trump re telefon vekiriye û ew pîroz kiriye.

Biden da zanîn ku ew dê 20ê Kanûna Paşîn erkê xwe radest bike.

Joe Biden li Koşka Spî di konferansa rojnamegeriyê de li ser encamên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê axivî.

Joe Biden da zanîn ku dê erkê xwe ya serokatiyê bi cih bîne û li gorî destûrê tevbigere.

Biden amaje bi wê yekê jî kir ku dê 20ê Kanûna Paşîn bi awayekî aştiyane erkê xwe radest bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn ku hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi awayekî aştiyane û di nava aramiyê de hatine kirin.

Joe Biden eşkere kir ku ew bi Donald Trump re axiviye û wiha got:

"Ez bi serokê ku hatiye hilbijartin, bi Serok Trump re axivîm.

Min jê re diyar kir ku dê tîma min ji bo pêvajoya veguhastinê bi tîma te re di nava aştiyê de be.

Ya ku xelkê Amerîkayê heq dike ev e.

Ez dê wekî Serok erkê xwe bi cih bînim û pabendî sonda xwe bim û dê li gorî destûrê tevbigerim.”

Biden di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Kamala Harris di bangeşeya hilbijartinan de gelekî serkeftî bûye.

Joe Biden her wiha anî ziman ku xelkê Amerîkayê biryara xwe daye û ew dê li gorî biryara xelkê hereket bikin.

Donald Trump, 20ê Kanûna Paşîn dê sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst