Rastgirên Brîtanyayê dixwazin rê li ber koçberan bê girtin

05-08-2024
RÛDAW
Rastgirên Brîtanyayê dixwazin rê li ber koçberan bê girtin / Wêne: AFP
Rastgirên Brîtanyayê dixwazin rê li ber koçberan bê girtin / Wêne: AFP
Nîşan Brîtanya Xwepêşandan Penaber Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê ji hefteya borî ve aloziyên di navbera rastgirên tundrev û penaber û niştecihên Misilman de zêde bûne.

Li Brîtanyayê piştî ku kesekî dayîk û bavê wî xelkê Riwandayê ne, 3 keç bi kêrê kuştin û 10 kesên din jî birîndar kirin, gefa li ser Misilmanan zêde bûye.

Nêzîkî 10 mizgeft û navendên Îslamî li Sausport, Liverpool û Hartlpoolê bûne hedefa rasgirên tundrev.

Misilmanên li Brîtanyayê dixwazin mizgeft bên parastin.

“Ez xema zarokên xwe dixwim”

Welatiyê Misilman Beşîr Welî got:

“Ev cara yekemîn e di jiyana xwe de li bijardeyên cuda yên wekî çûna derve difikirim.

Ez ne xema xwe dixwim lê xema zarokên xwe dixwim, ji bo wan dilgiran im.

Ev encama bûyerekê ye û em baca wê didin."

Alozî di navbera xwepêşanderên rastgir û penaxwaz û alîgirên wan de li bajarê Nottinghamê çêbûne.

Welatiyekî din jî got, “Em nehatine pirisgirêkan derxin, em hatine mizgefta xwe biparêzin bikin.

Ew dixwazin bên ser mizgefta me. Hêzeke mezin ji bo me hatiye.

Ti kes nikare li cîhanê vê hêzê bişikîne."

Li piraniya wan cihên ku Misilman û koçber li wan dijîn, hêzeke zêde ya polîsan hatiye belavkirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî got:

"Li vî welatî mafê vî xelkê ye bi silamet bin, li gel vê yekê jî em dibînin civaka Misilman dibe armanc û êrişî mizgeftan tê kirin."

Heta niha bi kêmanî 150 xwepêşander hatine desteserkirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê diyar kir ku tiştê ku çêdibe ne xwepêşandan e û gefê dixwe, kesên destê wan di vê tevlîheviyê de heye "dê poşman bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst