Otobûs ji pirê ket: 21 mirî, 12 birîndar

04-10-2023
Nîşan Îtalya Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzî Mestreya bajarê Îtalyayê otobûsa rêwiyan ji pirê de ket, li gorî tesbîtên ewil 21 kes mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îtalyayê, otobûseke rêwiyan a ku ji bajarê Mestreyê yê li bakurrojhilatê welêt ber bi Margherayê ve diçû.

Ev otobûs ji ber sedemeke nediyar zanîn dema ji pireke li ser rêya A4ê derbas dibû ji rê derket û ket xwarê.

Hat diyarkirin ku otobûs ji pira biqasî 15 metreyan bilind ketiye ser rêya hesinî û paşê agir pê ketiye.

Piştî qezayê li herêmê trafîka wesayîtan û rêya hesinî hatin rawestandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Venedîkê, di qezayê de li gorî tesbîtên ewil 21 kes mirin, 12 kes birîndar bûn û 4-5 kes jî winda ne.

“Trajediyeke mezin qewimiye”

Şaredarê Venedîkê Luîgî Brugnaro daxuyaniyek da kanala Raînews24ê û diyar kir ku trajediyeke mezin qewimiye.

Luîgî Brugnaro da zanîn ku piraniya kesên mirine biyanî ne û li cihê bûyerê pasaportên Ukraynayê dîtine.

Hat ragihandin ku Sergîo Mattarellayê Serokomarê Îtalyayê jî piştî bûyerê têlefonî Brugnaroyê Şaredarê Venedîkê kiriye.

Gîorgîa Meloniya Serokwezîra Îtalyayê jî peyama sersaxiyê parve kir û got:

"Fikr û hişê me bi kesên ku mirin û malbatên wan re ne. Ez ji bo ku geşedanên derbarê vê trajediyê de bişopînim bi Şaredar Brugnaro û Wezîrê me Pîantedosî re di pêwendiyê de me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst