Erdogan û Putin li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çi axivîn?

03-07-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Vladimir Putin Astana Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Putin re de gotiye ku ew rê nadin li Rojavayê Kurdistanê dewletek bê avakirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro ji bo beşdariya 24emîn Lûtkeya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariyê ya Şangaiyê bibe çû Astanaya paytexta Qazaxistanê.

Erdogan li Astanayê di çarçoveya lûtkeyê de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiya.

Daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyeyê

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de peywendiyên Enqere û Moskowê, rewşa dawî ya şerê Rûsya û Ukraynayê,  êrişên Îsraîlê yên li ser axa Filistînê, mijara terorê û çareseriya aloziya li Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Erdogan aniye ziman ku Tirkiye hem li navçeya xwe û hem jî li cîhanê dê li ser hewlên xwe yên pêkanîna aştiyê berdewam be.

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan gotiye Tirkiye ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê destpêkê ji bo agirbestê, piştre jî ji bo aştiyê dikare zemîneke lihevkirinê ava bike û aştiyeke dadmendane ya ku her du aliyan razî bike pêkan e.

Rojavayê Kurdistanê

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê amaje bi Rojavayê Kurdistanê jî kir ku Erdogan gotiye ew rê nadin ku dewletek li aliyê din ê sînorê Tirkiyeyê bê avakirin.

Li gorî daxuyaniyê Erdogan aniye ziman ku Tirkiye ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê amade ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst