Ukrayna: Kiev bi temamî di bin destê me de ye

03-04-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Kiev Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Ukraynayî ragihandin ku wan paytexta welatê xwe bi temamî xistine bin destê xwe û hêzên Rûsî ji wir derxistine.

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê Gana Malyar diyar kir ku hêzên wan herêma Kievê bi temamî xistiye bin destê xwe û ev jî di demeke wiha de ye ku hêzên Rûsî ji çend bajarokên nêzikî Kievê paş de vedikişin.

Gana Malyar li ser hesaba xwe ya Facebookê jî belav kir ku “Irpin, Bucha, Gostomel û tevahiya herêma Kievê ji destên dagirkeran hatine azadkirin.”

Beşeke wan bajarokên ku Gana Malyar behsa wan dike, di encama şer û pevçûn û bombebaranê de wêran bûne. Her sê bajarok dikevin bakur rojavayê Kieva paytexta Ukraynayê.

Hêzên Ukraynayê hefteya borî dabûn xuyakirin ku wan hem Irpin hem jî Bucha xistine bin kontrola xwe ku li her du bajarokan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor berpirsekî ku ji ajansên cîhanî re ragihandiye, nêzîkî 20 terman tenê li kolaneke Bucha hatine dîtin.

Şaredarê Buchayê aniye ziman ku 280 kes di gorekê de hatine binaxkirin û li her dera bajêr termên mirovan hene.

Berpirsên Ukraynayî dibêjin, ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve herî kêm 200 kes li bajarokê Irpinê hatine kuştin.

Roja Şemiyê, yekîneyên hilgirên mayînan kolanên bajêr ji teqemeniyan paqij kirin. Li gor ragihandina wan 643 mayîn û teqemeniyên cur bi cur hatine rakirin.

Li Gostomel a nêzikî Kievê, berî çend rojan li ser kontrolkirina baregeheke hewayî şerekî giran rû dabû.

Ukraynayê ragihand ku Rûsya xwe ji herêmên bakur vedikişîne û bi îhtimaleke mezin wê êrîşên li hemberî rojhilat û başûrê Ukraynayê zêdetir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst