Alma Ata (Rûdaw) - Yekitiya Kurdên Kazakistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê serkeftin û rizgariya Kobanî pîroz û bimbarek kirin. Kurdên Kazakistanê her wiha hêviya azadiya Şingalê jî xwestin.
Yekitiya Kurdên Kazaksitanê bi beşdariya gellek akademîsyen, profesor, rojnameger, nivîskar, helbestvan, karsaz û pêşewayên civatê li avahiya Asambleya Gelên Kazakistanê li hev civiya û piştevanî, dilovanî û serbilindiya xwe ya ji bo serfirazî û azadbûna bajarê Kobanî nîşan da.
Di kombûna Yekitiya Kurdên Kazakîstanê de Serokê Kurdên Kazakistanê akademîsyen û profesor Kinyazê Îbrahîm û akademîsyen û profesorê navdar Nadirê Kerem (Nadir Nadirov) li ser rizgariya Kobanî axivîn û fikir û ramanên xwe pêşkêşî civata amadebûyî kirin.
Wan akademîsyen û profesorên kurdên navdar diyar kirin ku careke din eşkere bûye ku tenê yekitiya kurdan dikare rizgariyê ji kurdan re bîne.
Her du pêşengên civaka kurdên Kazakistanê wekî mînak jî behsa berxwedan û rizgariya Kobanî kirin û eşkere kirin ku ji ber yekitiyê Kobanî rizgar bûye û hêviya wan ew e ku ev yekitî bi awayeke xurtir berdewam bike da ku mizginiya rizgariya temamiya Şingalê û deverên din ên Kurdistanê ji destê terorîstan bigihîje wan.
Yekitiya Kurdan di daxuyaniya xwe de spasiyên taybet li Serokê Herêma Kurdistanê û Serfermandarê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku hêzên pêşmerge ji perçeyekî Kurdistanê, şandiye perçeyeke din ê Kurdistanê. Her wiha di daxuyaniya Yekitiyê de silav li hemû pêşmerge û şervanên hemû perçeyên Kurdistanê re hatiye kirin ku bi awayeke qehreman li ber xwe dane, şer kirine û bajarê xwe rizgar kirine.
Serokê Kurdên Kazakistanê Profesor Kinyazê Îbrahîm piştî kombûna kurdan li Asambleya Gelên Kazakistanê diyar kir ku ev 4 meh in keç û xortên kurdan bi qehremaniyeke mezin li dijî hêzên terorîstan şer dikin û di encamê de bi baweriyeke xurt û bedelên giran vî bajarê Rojavayê Kurdistanê rizgar kirine.
Kinyazê Îbrahîm eşkere kir ku tevî ku ew 5-6 hezar kîlometre ji Kurdistanê dûr in jî, dil û mejiyê wan li Kurdistanê ye û şev û roj fikra wan li ser miletê wan e.
Serokê Kurdên Kazakîstanê her wiha diyar dike ku pêwîst e ji îro pêve hemû hêzên kurd ji bo jinûve avakirina Kobanî bixebitin da ku bajarê Kobanî careke din ava û şên bibe.
Profesor Îbrahîm anî ziman ku ji bo avakirina Kobanî ew wekî kurdên Kazakistanê amade ne her cure alîkariyê ji vî bajarê xwe yê qehreman re bikin.
.jpg)
Nadirê Nadirov
.jpg)
Ezîzê Ziyo Bedirxan
.jpg)

Kinyazê Îbrahîm


