Hewlêr (Rûdaw) - Demsala havînê li Çînê tenê ne bilindbûna pileyên germahiyê ye, her wiha destpêka şerekî cidî ye ji bo parastina bedewî û tenduristiya çerm.
Tiştê ku wekî daxwazeke jinan a ji bo spîmayînê xuya dike, niha bûye pîşesaziyeke mezin a kincan ku salane 13 milyar dolarî dixe nav aboriya Çînê.
Rojên havînê û germahiyê li Çînê tirs xistiye dilê jinan.
Ew her tiştî dikin ku rengê rûyê wan neguhere û neşewite.
Tîrêjên rojê yên xurt wekî dijminê herî mezin ê bedewiya çermê jinan tên dîtin.
Parêzer Liang Chaoyê ku her roj li ber tîrêjên rojê ye, li ser giringiya parastina çerm got:
"Ez gelekî giringiyê didim rengê çerm û bedewiya xwe.
Ji ber wê berî makyajê ez kremê parastina ji rojê bi kar tînim.
Ji bo dest û pêyên xwe jî ez heman tiştî dikim.
Ev sîwana min jî her tim li gel min e, çimkî tîrêjên ultraviyole dibin sedema lekeyên reş û ez naxwazim ciwaniya xwe winda bikim."
Zanist û parastina fîzîkî
Ev daxwaza Çîniyan ne tenê ji bo ciwaniyê ye, her wiha aliyekî wê yê zanistî jî heye.
Piraniya wan bawer dikin ku nixamtina laş bi cil û bergên taybet, ji bikaranîna madeyên kîmyayî bi bandortir e.
Karmenda borsayê Xiao Linê destnîşan kir ku tenê krem ne bes in û da zanîn:
"Li gorî raporên zanistî yên ku min xwendine, kremên parastinê gelekî giring in lê parastina fîzîkî ya ji bo rû ji berhemên din bi bandortir e.
Ez giringiyê didim wan cil û bergan ku rê didin çerm bêhnê bistîne û di heman demê de me ji tîrêjên rojê diparêzin."
Bazara 13 milyar dolarî
Ev giringdana zêde bazara Çînê û ya cîhanê jî guherandiye.
Niha Çînî ji bo parastina ji rojê cil û bergên cuda û taybet li xwe dikin.
Vê yekê wiha kiriye ku piraniya markayên navdar beşên taybet ên cilên "dijîroj" ava bikin.
Niha gelek markayên nû hatine avakirin ku tenê karê wan hilberîna cilên parastina ji tîrêjên rojê ye û samana wan bi milyaran dolarî tê hesabkirin.
Karmenda şirketeke dekorasyonê Liu Danê behsa wê yekê kir ku çima cil ji kremê baştir in:
"Ez ji kremên şilek û gazê hez nakim, çimkî madeyên parastinê tê de hene û di paşerojê de zererê didin hundirê laş.
Ji ber wê ez cilên parastina ji rojê û kincên tenik bi kar tînim.
Ev ewletir e û heman bandorê dike."
Li Çînê, parastina ji rojê tenê ne rêlibergirtina "reşbûna çerm" e, di heman demê de çandek e ku tê de tenduristî, bedewî û karsaziyeke 13 milyar dolarî gihîştine hev.


